Gerîla li cihên leşkerî yên li Bestayê xistin: Gelek leşker mirin
Hêzên gerîla li herêma Besta ya Şirnexê li gelek baregehên leşkerî xistin. Herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Hêzên gerîla li herêma Besta ya Şirnexê li gelek baregehên leşkerî xistin. Herî kêm 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, piştî çalakiyên li dijî baregehê leşkerî şer qewimî.
Çavkaniyên herêmî dibêjin, herî kêm 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bûne. Artêşa Tirk termên leşkerên xwe û yê birîndar bi helîkopteran rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.
Liv û tevgera leşkerî ya li herêmê dewam dike.
Ji HPG'ê hê daxuyaniyek li ser mijarê nehatiye.