Gerîla li Bazîdê li leşkerên Tirk xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li navçeya Bazîd a Agiriyê di encama çalakiya gerîla de leşkerek miriye, 3 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de ev agahî hatin dayin:

"Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me yên YJA Starê, roja 22'ê Mijdarê saet di 09:30 de, li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Hallac ê li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke sabotajê kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin, di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin, 3 leşker jî bi giranî birîndar bûn."