Gerîla bi ruhê pêngavê dîroka lehengiyê dinivîsînin

Gerilayên HPG’ê destnîşan kirin ku li her devera Kurdistanê gerîla bi ruhê berxwedanê yê li ser şopa Fermandarê Efsûnewî Egîd (Mehsûm Korkmaz) li ber xwe didin.

Di salvegera 36’emîn a Pêngava Vejînê ya 15’ê Tebaxê gerîlayên HPG’ê axivî. Gerîlayên HPG’ê got: “Bi ruhê Mahsum Korkmaz, bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê diroka lehengiyê dinivisîne. Ev pêngav di diroka gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn de girîngiyekî xwe heye. “

‘LI HEFTANÎNÊ BERXWEDAN BI RUHÊ PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ TÊ KIRIN’

Gerîlayê HPG’ê Rojhat Serhad: Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo Kurdan wateyekî xwe ya kûr heye. Kurd bi vê pengavê re dest bi parastina xwe kirin. Şerê li Kurdistanê û berxwedana gerîla berdewama vê pêngavê ye. Hevrêyên ku li Haftanînê û li hember artêşa Tirk îro şer dikin, şopdarê vê rojê û berxwedana xwe bi ruhê vî pêngavê bilind dikin. Her kes dizane civaka me jî dizane, li ser gelê Kurd qirkirinek heye, ji bo civak were parastin divê parazvanê wê hebe. Em jî gerilayên HPG’ê dixwazin, hem li ser şop û pêngava 15’ê Tebaxê, parastinê bikin hem jî serkeftinê bi dest bixin.

‘BI HEZARAN EGÎD DI SERÎ DE LI HERÊMA HEFTANÎNÊ Û LI ÇIYAYÊN KURDISTANÊ ŞER DIKIN’

Gerîlayê HPG’ê Piro Gabar: Bi hezaran gerîla di bin sîwana vî pêngavê de û li hemû heremên Kurdistanê têdikoşin. Bi vê pêngavê ruhê berxwedaniyê di nav civaka Kurdan de zindî bû. Her gerîlayê ku li çiyayan şer dike, Fermandarê mezin Mahsum korkmaz ji xwe re minak digre. Egîd bi fermandariya xwe bi çalakiya xwe bi kesayeta xwe; di diroka PKK’ê de efsaneyek e. Bi hezaran şervanên Kurd, ciwanên Kurd hêviyên xwe bi vê rojê û bi ruhê 15’ê Tebaxê, erk û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêktînin. Gerîlayên ku li Haftanînê li hember artêşa Tirk şer dikin, berhem û danhevên pêngavê ye. Bi deh hezaran Egîd li çiyayên Kurdistanê belav bûne û şerê serkeftinê dikin.