Gelê Kobanê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir

Şêniyên Kobanê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê bi çalakiyeke bi heybet pîroz kirin.

Gelê Kobanê, salvegera 40'î ya damezrandina PKK'ê li Salona Dawetê ya Newrozê pîroz kir. Pîrozbahî wê li meydana Şehîd Egîd bihata lidarxistin, lê belê ji ber rewşa nebaş a hewayê li yek ji mezintirîn salonên bajêr pêk hat. Qada pîrozbahiyê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan,a lên PKK'ê û kadroyên pêşeng ên PKK'ê yên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn hate xemilandin.

Ji Kobanê û gelek herêmên derdorê welatî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana PKK'ê", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" û "PKK gel e gel li vir e" hatin qîrîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan, ciwanên Kobanê û Mala Xaziyan axivîn. Qisekeran nerazîbûn nîşanî biryara DYA'yê ya li dijî sê kadroyên pêşeng ên PKK'ê dan û gotin, gel bi PKK'ê re ye.

Pîrozbahî piştî axaftin û stranan bi gerandina govendê qediya.