Gelê Efrînê û Şehbayê diherike qada Newrozê

Bi hezaran kesên ji Efrînê koç kirin, Newrozê li Şehbayê pêşwazî dikin.

Çalakiya Newrozê ya li Şehbayê li gundê Fafine pêk tê. Gelê Şehba û Efrînê berê xwe dide qada çalakiyê.

Li pêş Mala Jinê ya li gundê Fafineyê bi hezaran kes li hev civiyane. Di çalakiyê de ji bo berxwedana Efrînê dirûşm tên qîrîn. Dewlet û çeteyên Tirk tên şermezarkirin.

Çav li rê ye ku di çalakiya Newrozê de peyamên girîng bên dayin.