Gelê Efrînê li dijî tecrîdê û êrîşên dagirkeriyê meşiya
Gelê Efrînê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û herêma Şehbayê meşiya.
Gelê Efrînê, li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û herêma Şehbayê meşiya.
Bi deh hezaran welatiyên Efrînê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrîn û herêma Şehbayê daketin kolanan. Welatî ji bo tevlî meşê bibin, dikanên xwe, atolye, kargeh û sazî girtin.
Şervanên YPG/YPJ, Hêzên Asayîşê, HPC, Ciwanên Şoreşger, personelên Trafîkê, nûnerên hikumeta Kantonê û kedkarên tenduristiyê beşdarî meşê bûn. Di nava tîmên ku ewlekariya herêmê dikir, jinên Hêzên Parastina Civakî (HPC) jî hebûn.
Di meşê de hemû rengên Efrînê cih girtin. Civaka Ereb jî beşdarî meşê bû. Çalakgeran tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Piştî meşê li navenda bajêr mîtîngek hate lidarxistin. Hevşaredarê Efrînê Nûrî Şêxo, ji nûnerên Ereban Elî Îbrahîm û endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşe Hiso li mîtîngê axivîn.
Qisekeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û destnîşan kirin, ku li dijî êrîşên li ser Efrînê ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin.