'Gelê Şengalê wê îradeya xwe radestî PDK'ê neke'

Endam û fermandarên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê yên li Şengalê li ser peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de diyar kirin ku wê gelê Şengalê îradeya xwe radestî PDK’ê nekin.

Têkildarî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de ya li ser Şengalê, ji fermandarên YBŞ’ê Zerdeşt Rêvîn, endama YJŞ’ê Jiyan Hêvîdar û li ser navê rêveberiya Asayîşa Êzîdxanê Şerzat Şemo û endamên asayîşê ji Radyoya Dengê Welat re li ser ewlehî û parastina Şengalê axivîn:

‘GELÊ ME ÊDÎ ÎRADEYA XWE RADESTÎ PDK’Ê NAKE’

Ji Fermandarê YBŞ’ê Zerdeşt Rêvîn bal kişand ku gelê Êzidî êdî îradeya xwe radestî PDK’ê nake û got: “Sala 2014’an di nava şert û mercek wisa zehmet de hêza YBŞ hate avakirin. Jixwe tevahî cîhanê dizane, ew ferman û qirkirina bi ser gelê me de hatî qirkirinek çawa bû. Bi taybet ev qirkirin ji aliyê dewleta Tirk, Emerîka û hêzên ku îro dixwazin van planan li ser me pêk bînin ve hatibû rêxistinkirin ku gelê me tine bike. Wê demê jî Şengal di bin berpirsyartiya hêzên Iraq û PDK’ê de bû. Niha jî dibêjin em ê werin we biparêzin ev ne tiştek di cihê xwe de ye. Ji ber ku sala 2014’an di bin berpirsyartiya wan de bû, lê 2007 jî fermanek li ser me hat. Wê demê jî hin qemyon li Til Îzer û Sibayê hatin teqandin, kesî dengê xwe nekir. Helwestek wan a tûj li hemberî vê derneket. Lê di sala 2014’an de jî gel fêm dikir ku fermanek wê were, beriya wê jî gelek ciwanên Êzidi cihê xwe di nav pêşmergeyên KDP’ê de cih digirt. Lê di fermanê de artêşê çekên xwe radestî DAÎŞ’ê kirin û Şengal hate dorpêçkirin. Gel ketibû wê ferqê ku wê êrîşek çêbibe. Wê demê jî me ciwanan çend caran daxwazî kir ku pêşmerge çekan bidin me, lê çek nedidan me. Digotin, kî bimire hûnê çeka wî rakin. Helwesta wan ev bû. Lîstokek hebû. Lê belê milet ne rêxistinkirî bû. Nediketin wê zanebûna planên firotina Şengalê. Jixwe ferman çêbû, ez bi xwe xelkê Siba Şêx Xidir im. Wê demê destpêkê li wê derê şer çêbû. Jixwe pêşmerge jî li wir bûn. Lê pêşmergeyan jî şer nekirin. Lê gel bi çekên xwe bi derfetên di destê xwe de şer kir. Lê ev têre nekir ku bikarin wê fermanê bisekîninin. Wê demê Şengal radest kirin. Guleyek tenê jî neteqandin. Çekên di destê xwe de bikar neanînin, hêza di destê xwe de bikar neanîn. Ji ber ku armanca wan cuda bû, armanca wan ne parastina Şengal û parastina nirxên pîroz ên Êzidiyan bû. Ji xwe di fermanê de ew nirxên pîroz hemû ji aliyê hovan ve hatin tinekirin. Baş e wê demê çima pêşmergeyan şer nekir? Her wiha heman tişt di 2017’an de, dema Heşdî Şabî hate Şengalê li wir jî reviyan. Di dîroka xwe de heta niha li cihekî şer nekirine. Her tim şerê Kurdan kiriye bi dijmin re di nava hevkariyê de ne. Niha jî dîsa dixwaze vê planê bi hevkariya hêz û dewletên desthilatdar pêk bînin. Yanî plan dikin ku carek din Şengalê tine bikin. Jixwe di van demên borî de ev bûyerên ku li Şengalê rû dane, yek ji plana wan e. Dixwazin bidin nîşandan ku li Şengalê hêzek nîne. Lê ka sala 2014’an KDP’ê û hikumeta Iraqê li ku derê bûn? Ji 2014’an ve bi kedek mezin û xwîna şehîdan ev ax li hemberî hemû êrîşan tê parastin. Li her cihî xwîna ciwanên Êzidxanê hatiye rijandin. Bêguman gel di ferqa vê de ye, bi rastî ji ber vê jî mirov ji sekna gelê me hêz digire. Meşên ku pêk tên, bertekên ku derdikevin, helwestên wan ên dîrokî mirov dibîne. Bêguman hatina pêşmergeyan ne tenê Êzidiyan eleqedar dike, gelek gelên din jî li vê herêmê dijîn. Ew jî dijî vê biryarê ne û qebûl nakin. Ji ber ku ev biryar wê tenê metirsî li ser hebûna me neke, em bêjin îro li Îraqê DAÎŞ xilas bûye, lê xilas nebûye. Heta niha jî çend caran êrîş Heşdî Şehbî dike. Cih cihan êrîşî artêşa Iraqê dike. Em dizanin ger were vir jî nikare me biparêze û bersivekê jî nikare bide. Em dizanin ku wê dîsa me bi fermanan re rû bi rû bihêlin. Êdî gel xwe bi rêxistin kiriye. Fikreke parastina cewherî di nav xwe de daye rûniştandin. Sîstema xwe heye. Saziyên xwe hene, hêza xwe ya leşkerî heye. Ger ev hêz berî Fermanê hebûya dibe ku rewş cuda ba û ferman nedibû. Lê miletê me êdî îradeya xwe radestî PDK’ê nake. Îro li îradeya xwedî derdikeve, xwedî li şehîdên xwe derdikeve û xwedî li rûmeta xwe derdikeve. Êdî bi van meş û sekna xwe mirov vî tiştî dibîne. Ger ev çêdibin wê demê gel ketiye wê ferqê ku êdî ji derveyî hêza wê bi xwe kesek din nikare wan biparêze. Ji ber vê em hêzên YBŞ’ê heta dawî jî hedef û armanca ku şehîdan li ser milên me hiştin em ê pêk bînin û hedefa me jî parastina civakê û nirxên ku bi ked, bi xwîn û xwêhdan hatiye avakirin li ser vê axa pîroz ew erka me ye ku em biparêzin.”

‘LI ŞENGALÊ JI DERVEYÎ ZAROKÊN ÊZIDXANÊ, KEÇ Û XORTÊN ÊZIDXANÊ TI KESÊN DIN TUNE’

Revîn da diyarkirin ku li Şengalê ji derveyî zarokên Êzidxanê, ti hêzek din li vir nîne û wiha got, “Ev gotin di aliyê siyasî de tê gotin. Ji ber çi? ji ber ku dibêjin PKK di listeya terorê de ye. PKK weke gerîla, gerîlayên azadiyê Kurdistanê di 2014’an de mûdaxeleyî Şengalê kir, ji ber ku li vir mirovatî tine dibû, wijdan li ber lingan dihat kişandin. Wan jî armanc û erkên xwe pêk anîn. Her wiha dawiya 2017’an jî gerîla bi fermî ji vir vekîşiya. Artêşa Iraqê jî dizane, bila xwe nexapîne, bila nebêje em nizanin. Bi fermî ji aliyê fermandariya giştî ya HPG’ê ve daxuyanî hate dayîn û ji vir vekişiyan. Lê niha di vir de ji derveyî zarokên Êzidxanê, keç û xortên Êzidxanê tu kes din nîne. Gotina ku ‘PKK li vir e’ hincetek e. Ger ku fikrê Serok Apo dikin hincet îro pirtûkên Serok Apo li her derê cîhanê belav bûne. Li zaningehên Ewrûpa tên xwendin. Îro her kes li ser pirtûkên Serokatî perwerde dibîne. Kes nikare pêşiya wî bigire, ji ber ku fikreke azad e. Kî be ger fikir û ramanên wî ji bo civaka me esas be em ê wî esas bigirin. Ev gel divê dîsa neyê xapandin. Em careke hatin xapandin divê em dubare neyên xapandin. Ji ber ku dubare bibe wê encamên hin xirabtir bi xwe re bîne. Êdî gel nayê xapandin û nayê van lîstokan. Ji ber ku ev çarenûsa gelê Êzidî diyar dike, ev pêvajoyek gelek girîng û esas e. Divê mirov li gorî vê hesasiyetê nêz bibe û êdî deriyê xwe ji fermanê re veneke. Ji ber ku me dersek mezin girt. Divê em xwedî li nasname û baweriya xwe derbikevîn.”

‘VÊ TIFAQA SIYASÎ DI NAVBERA KAZIMÎ Û PDK’Ê HATIYE ÎMZEKIRIN

Rêveberê Asayîşa Êzîdxanê Şerzat Şemo diyar kir ku ev peyman siyasî ye û di navbera Kazimî û PDK’ê de hatiye îmzekirin. Şerzat Şemo got: “Ev tifaqa hatî kirin ne tifaqeke ku li ser esasê berjewendiyên gelê Êzidî ye. Ne li ser esasê ku li Şengalê aramî tineye. Ev tifaq tifaqeke siyasî ye, di navbera Kazîmî û PDK’ê de hatiye îmzakirin. Ger em bêjin ev tifaq di navbera van herdu hêzan de hatiye îmzakirin wê ne rast be. Li piştî vê tifaqê hêzên din yên cuda hene. Em hêza asayîşê em bi gelê xwe re ne. Dema Şengal di destê çeteyên DAÎŞ’ê de bû, ew hêzên ku li vir wê demê ev der hêlan û reviyan neparastin, divê wê demê tifaq bihata çêkirin li ser parastina Şengalê ji bo xilaskirina vî gelî. Gelo sedem çi bû ev ferman li ser vî gelî hate kirin. Niha em vê tifaqê qebûl nakin. Bi her awayî em bi gelê xwe re ne. Ji ber wê îro Şengal ne Şengaleke ku bê ewle ye. Sala 2019’an Şengal gihişt asta herî bi ewle. Di aliyê ewlehiyê de pirsgirêkên Şengalê nînin. Ji ber ku îro Şengal xwedî hêza xwe ya parastinê ye. Bi rojane zêdetirî sed mal vedigerin û bi aram jiyana xwe berdewam dikin. Pirsgirêka Şengalê rizgarkirina hêsîrên di destê DAÎŞ’ê de ye. Divê gavên bi vî awayî bên avêtin. Îro çeka me di destê me de ji bo parastina gelê me ye. Lê ger dixwazin wan kesên ku destê wan di xwîna Êzidiyan de heye vegerin ew tiştek cuda ye. Wê ewlehiya Şengalê xirab bikin. Herî dawî em dixwazin gelê me şiyar be li hemberî van lîstokan. Vegerin li ser axa xwe û rûmeta xwe dîsa ji xwefiroşan re nehêlin.”

‘BI ME ZAROKÊN ÊZÎDXANÊ JÎ MABE EM NAHÊLIN TU KES WERE TÊKEVE ŞENGALÊ’

Endama YJŞ’ê Jiyan Hêvîdar da zanîn ku bi wan zarokên Êzidîxanê jî mabe, ew nahêlin tu kes were bikeve Şengalê û got: “Em hêzên YJŞ’ê li Şerdeştê gelê xwe diparêzin. Di her devera Şengalê de hêza me ya parastinê heye. Em ti carî dev ji Şengala xwe bernadin. Ger bi me zarokên Êzîdxanê jî mabe em ti carî nahêlin tu kes bikeve Şengalê. Em YJŞ niha li vir nobeta gelê xwe digirin. Berî fermanê weke jinên Êzidi me tiştek nedîzanî û me nedikarî şer bikin. Berî fermanê hêzek ku Şengalê biparêze nebû, lê piştî fermanê avabûna YJŞ û YBŞ’ê em êdî rihet dikarin çekê bi kar bînin. Jin dikare tevlî YJŞ’ê bibe û xwe biparêze. Jin mîna berê nîne ku were xistin, jina Êzidî îro xurt bûye û xwe diparêze. Ji bo careke din ferman bi ser me de neyê îro me çek rakiriye û em xwe perwerde dikin. Ji bo ku êdî keçên me nekevin destê dijmin. Ji bo tola fermanê rakin ez tevlî nava refên YJŞ’ê bûme. Weke jinekê min ev ferman ji xwe re qebûl nekir û ez tevlî bûm. Em hemû jî zarokên Êzidixanê ne. Ji derveyî hêza Êzidxanê ti hêzên din li vir nîne. Ev hêz parastina vê axê dike û ewlehiya vê axê digire.

‘LI HER DEVERA ŞENGALÊ PARASTIN HEYE’

Berpirsyarê benda kontrolê ya Asayîşa Behrewa Zana Girzerik jî got: “Şengal bi asayîşa Şengalê tê parastin. Asayîşa Êzîdxanê aramiya Şengalê zevt girtiye. Pêwîstiya me bi ti kesekê nîne ku werin me biparêzin û ewlehiya Şengalê bigirin. YBŞ û asayîşa Şengalê, Şengalê diparêzin, tiştekî kêm li Şengalê nîne. Ti tevlîhevî û bê aramî li Şengalê nîne. Em ne li benda ti dewletan e. Parastin li Şengalê heye. Piştî ku pêşmergeyan 2014’an Şengal berdan û reviyan hingê parastin hate avakirin. Ji bo ku dîsa bikarin werin Şengalê bifiroşin wisa dikin û dibêjin Şengal ne aram e. Em Asayîşa Êzîdxanê, ev çend sal in em bi xwe parastina xwe dikin. Ne rast e ku dibêjin Şengal ne parastî ye. Li her devera Şengalê parastin heye. Ev parastin jî ji aliyê hêza Şengalê ve tê kirin. Em Asayîşa Êzîdxanê vê peymanê qebûl nakin.”