Fransa nikare bêdeng bimîne

Serokê UDÎ-Demokrat û Serbixweyan Jean-Chrîstophe Lagarde têkilî tecrîdkirina Ocalan û rewşa Leyla Guven nameyek ji Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Yves L Drîan re nivîsî.

Parlameneterê Parlamentoya Fransayê û Serokê UDÎ'yê Jean Chrîstophe Llagerde, ji bo Leyla Guven, ku ev 77 roj in ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ketiye greva birçîbûnê, ji Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Yves Le Drîan re name şand. Lagarde her wiha seroktiya Koma Dostên Kurdan dike, ku ev kom ji parlamenterên çepgir û rastgir ên Fransayê pêk tê.

REWŞA TENDIRISTIYA WÊ KRÎTÎK E

Lagerde di nameyê de balê dikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven, dibêje, ''li ser rewşa tenduristiya wê dixwazim hişyariyê bidim we'' û bi bîr dixe ku Leyla Guven ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, ji 7'ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê de ye û grevên birçîbûnê di nav hefiyekê de li hemû cîhanê berbelav bûye, rewşa Leyla Guven hatiye ber rewşeke krîtîk.

Lagerde got di rewşeke wiha de Fransa ya ku qewl li ser aştî, demokrasiyê û hurmeta ji mafê mirovan re daye nikare bêdeng bimîne û xwest ku Wezareta Karê Derve ji bo jiyana Leyla Guven demildest gavan bavêje. Lagerde xwest ku Fransa, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bidawî bibe, ji bo ku li Tirkiyê dawî li binpêkirina mafê mirovan were û bi tevgera Kurd re muzakereyên aştiyê bibin, hikûmeta Tirk teşwîq bike.

BERPIRSÊ TRAJEDIYA GELÊ KURD ERDOGAN E

Her wiha Partiya Komunîst a Fransayê jî ku rewşa Leyla Guven dişopîne û her delîveyê diyar dike ku li destekê didin Guven, bi gotina 'Stop Erdogan' bang li saziyê navnetewî û hikûmeta Fransayê kir. Partiya Komunîst a Fransayê bibîrxist ku daxwaza Guven û hemû çalakgerên greva birçîbûnê ew e ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin û diyar kir, berpirsê trajediya gelê Kurd Erdogan e.

Partiya Komunîst bang li saziyên navnetewî kir ku tevbigerin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin, ''Em rûyê dîktatoriya îslamo-muxafazkara ku guh nade mafê mirovan dibînin.''

Her wiha rojnameya L'Humanîte jî guhnedêriya li bara greva birçîbûnê ya Guve û bi sedan gitiyan, ya Erdogan şibande rewşa Serokwezîrê Ingilîz Margaret Thatcher, ku milîtanên serxwebûna Irlandayê dixwestin Bobby Sands û hevrêyên wî piştî ku hatibûn girtin, di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabûn, rojnmaeyê her wiha diyar kir rewşa Guvne li ber qonaxeke krîtîk e.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka