Fermandariya Botanê kontrayên xwe bi şêwazê ‘mêşvaniyê’ pêçane hişyar kir!

Fermandariya HPG’ê ya Qada Botanê komên kontrayên dewleta Tirk ku di bin navê ‘mêşvaniyê’ de şandine qada Botanê şiyar kir û got: “Wê di hedefa me de bin.”

Fermandariya HPG’ê ya Qada Botanê daxuyaniyek da û bal kişand ser xebatên kontrayan. Fermandariyê diyar kir ku dewleta Tirk a ji destê gerîla derbên giran dixwin ‘xebatên xwe yên kontra li qada Botanê zêdetir kiriye’.

Di daxuyaniyê de fermandariyê îşaret bi komên kontra yên di bin navê mêşvaniyê de hatine herêmê kir û ev got:

“Artêşa TC a dagirker a li qada me ku dest bi operasyonên dagirkeriyê kiriye ji hêzên me yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de bersivên xurt daye dijmin û derbên giran li wan xistiye. Dewleta TC a tevî hemû dervetên xwe yên teknîkê li ber hêzên gerîla bê encam mane, mîna her demê dixwaze bi polîtîkayên xwe yên şerê qirêj encam bigire. Di demê dawî de li pêşberî gerîlayên pispor ên serketinê ya Modernîteya Demokratîk derbên giran dixwin, li herêma Botanê xebatên kontrayan zêdetir kiriye. Komên kontra yên di bin navê mêşvaniyê de şandine qadên gerîla, ketine nava hewldanên cih û şêwazê gerîlayên me kifşbikin. Ev hewldanên dewleta TC’ê ya ku rezîlî û perîşaniya wê nîşan dide ya li hember gerîlayan, bê şik û guman wê gerîlayên me yên lehneg û gelê me bê bersiv nehêlin. Her çete û kontrayê ku di xebatên kontra de cih digirin û gerîlayên azadiyê dike hedef, her kes bila bizane ku wê hêzên me wan bikin hedef.

Gelê me yê welatparêz û bi nirx li hember taktîkên şerê taybet ê qirêj ê dagirker bi destê kontrayan dikin hişyar bin.”