'Ez ê bi çeka ku mîrasa xwîşka min e têkoşînê bidomînim'

Azê Viyan ku ji Qersê koçî Elmanyayê kirî û ji wir tevlî gerîla bûyî got rahiştiye çeka cêwîka xwe Navdar û ji cihê ku wê hişî ew ê têkoşîna wê bidomîne.

Li kûderê dibe bila bibe tenê carekê jî te hilma çiyayên Zagrosê kişandibe ser kezeba xwe êdî tu jî zarokê Zagrosê yanî zarokê Rojê yî. Yên ku herî pir bawer dikin roj ronkahî ye û rê nîşanî wan dide, gerîlayên azadiyê ne ku zarokên çiyê ne. Li van xakan ên ku herî pir berê xwe dane rojê jin in.

Yek ji van jinan jî gerîla Azê Viyan e. Viyan li Qersê jidayik bûye ku roj herî zû tîrêjên xwe davêje ser. Azê ku li herî rojhilaê Kurdistanê her sibeh pêşwaziyê li Rojê dike li dijî zextên dewletê û polîtîkayên qirkirinê li gel malbata xwe neçar dimînin ku koçî Ewropayê bikin. Lê nikare li wan deran debar bike, 2017'an berê xwe dide çiyayê Kurdistanê û dibe gerîla.

BU HUNERMENDIYA KUÇEYAN DEBARA XWE KIR

Azê dibêje beriya ku berê xwe bida çiyan, ji bo were nav gerîla pêdiviya wê bi pêlavê çêbûye, bi hunermendiya kuçeyan pêdiviyên xwe bi cih aniye. Azê ku bi komeke hevalên we re stranan dibêje û bi pereyên ku bi dest ve anîne haziriyen xwe temam dike wiha dibêje: ''Muzîk ji bo min tiştekî dî ye. Piştî ku tevlî nav gerîla bûm zêdetir rengê wê guherî. Ji zaroktiya xwe ve stranan dibêjim. Ji ber sedema aborî jî min got. Wê demê ji bo tevlî nav gerîla bibim ji Tirkiyê derba bûm. Bi hevalan re pêdiviya me bi pereyan hebû. Bi komeke heval re em çûne Stenbolê Avcilarê û ji wir ji bo ku heqê pêvalê derînim me hunermendiya kuçeyan kir.''

Azê dibêje dema ku bi Kurdî stranan dibêje pir kêfxweş dibe û didome: ''Tehma Kurdî cudatir e. Ji ber ku zimanekî cihê bû nêzîkatiya mirovan jî diguherî. Ji bo ku bala mirovan bikişîne û ji ber ku min dixwest bi Kurdî bibêjim,  min bi Kurdî stran digotin. Wê demê pir kêfxweş bûm. Piştre min pêlav ji xwe re standin û hatim çiyan.''

ÇÎROKA JI WELATÊ GERM BER BI WELATÊ SAR ELMANYAYÊ VE

Gerîla Azê bi berdewamî got bê ka çima ji welatê Rojê ji bo demekê qut bû û dîsa berê xwe da çiyayên Kurdistanê: ''Ji zaroktiya xwe ve ji ber ku dijmin pir bi ser me de dihat em jiyaneke bi qaçaxî dijiyan. Ji ber van zextan me koçî Ewropayê kir. Li wir tim li tiştinan digeriyam. Min bêriya Kurdistanê dikir. Min pir dixwest ku bi cêwîka xwe re tevlî nav gerîla bibim.''

Her car li ser vê mijarê em pev diketin. Xwîşka min digot, ''Ez ê beriya te biçim''. Lê bi nîqaşên me re ew beriya min çû. Piştî demeke dirêj em axivîn.Mİn gotiyê, ''te çima hê bang li min nekiriye?'' Go, ''vê carê tu yê werî''. Piştî vê hevdîtinê min biryar da ku biçim.''

CARA PÊŞÎ DEMA KU GERÎLA DÎTÎ

Gerîla Azê bi nameya Viyan Soran, fermandara YJA Starê, ku ji bo Komploya Navnetewî ya 15'ê Sibata 1999'an ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike bedana xwe kirî agir, dibe xwedî biryareke zelal û dibêje, ji bo wê di nameya Viyan Soran de beşa herî balkêş ew beş bû ku digot, ''piştî şehîdbûna min li pey min govendê bigirin, bilîlînin.''
Azê li ser hîsên xwe ku cara pêşî gerîla dîtî wiha dibêje: ''Piştî wê nameyê ji bo ku biçim nav gerîla min gava pêşî avêt. Kelecanekê ez girtibûm. Min digot ez ê çi bikim, wê çawa min pêşwazî bikim. Ji ber malbata min welatparêz bûn, li ser rêxistinê min hin tişt zanîbûn. Dema ku min nû heval dîtini qet neaxivîm. Hevalan pirs ji min dikir, min li wan dinerî, li tevger, axaftin û kenê wan dinerî. Cara pêşî min hevalên jin li wir dîtibûn. Hevrêtiya wan pir bandor li min kiribû''

LI NAV GERÎLA MIROV BI HEV RE HEQ JI HER TIŞTÎ DERDIKEVE

Azê li ser rasthatina gerîlaya pêşî ya bi navê Sara re, wiha dibêje: ''2017'an ez hatim Mexmûrê. Hevaleke bi navê Heval Sara hate pêşwaziya min. Bi Kurdî gote min, ''Tu çima hatî?'', dema ku min gotiyê,''ez hatime ku bibim gerîla' qêrînek pê ket û ez hembêz kirim. Ew hevrêtî min jî hîs kir. Piştre gote min, ''Êdî Delalên me yên nû, Azêyên me yên nû hene. Dêhna heval Azê li te dikeve, bila navê te Azê be. Hem ji xwe heval Azê jî ji Serhedê bû.'' Piştî ku hevrêya wê nav lê dike, bi navê Azê têkoşîna xwe didomîne.

Azê ku sirûştîbûna jiyana gerîla, jidiliya wê bandorê lê dike wiha didomîne: ''Dema ku nû hatim min xwe xerîb nedît, ji ber ku wê gavê hevrêtî xwe nîşan dide. Dema ku nû min cilên gerîla li xwe kirin ez ketim ber bayê wê. Lê destpêkê girêdana şûtik bi min zehmet hat. Ji ber zîvirandina li dora şûtik serê min gêj bû. Piştre min li hevalan nerî. Ew jî weke min bûn. Ew jî di heman rêyê de bûn. Em tî bimana jî bi hev re tî diman. Li vir em bi hev re heq ji tiştan derdiketin.''

HÊVIYA KU CÊWÎKA XWE NAVDAR BIBÎNE

Azê bi demê re bi demê re bi Tevgera Azadiyê re geş dibe û xurt dibe, tim bi wê hêviyê ye ku cêwîka xwe ya ku beriya bi 4 salan tevlî nav Tevgera Azadiyê bûye bibîne. Piştî ku salek di ser gerîlatiya Azê re diqede pê dihise ku Navdar şehîd bûye. Azê li ser vê wiha dibêje: ''Min tim dixwest carekê wê bibînim. Dema ku min bihîst ku şehîd bûye, helwesta ku mîn nîşan dayî hînî min kir ku bi PKK'ê re çendî bûme xwedî hêz û vîn û çendî giha me. Dema ku bi şehîdbûna wê hisiyam li şûna qelsiyê hîseke hêzê bi min re çêbû. Ji ber ku bi armancekê şehîd bûbû. Bi vê re min fêhm kir ku divê zêdetir tevlî têkoşînê bibim û li berpirsyariya xwe xwedî derkevim.''

Azê ku rahiştî çeka xwîşka xwe Navdar wiha didomîne, ''Beriya ku heval çeka xwîşka min bidin min min digot gelo ez ê bikaribim bibim layiqî wê çekê? Min hay jê hebû ku ji bo rahiştina wê çekê vîn û hêz hewce ye. Dema ku min çek nû dîtî min ew hembêz kir. Weke ku xwîşka min be, min ew hembêz kir. Dema ku li wê çekê dinerim, ez heval Navdar dibînim û wê hîs dikim.''

'PIŞTÎ KU HATIM ÇIYÊ JÎ MIN DEV JI MUZÎKÊ NEQERA'

Azê got ew bi muzîkê bêrîkiriya xwe ya li xwîşka xwe Navdar dibêje, muzîk parçeyek ji jiyana wê ye. Gerîla Azê dibêje, radyoya Êrîvanê pir bandor lê kiriye û domand: ''Carekê min ji diya xwe re got bê ka stranê berê ez ê ji kû bibînim. Diya min got, ''Biçe gund, li wir xaltiya Pinoş heye, ew ê hemû stranên berê ji te re bibêje. Wê demê min da pey xaltiya Pinoş, çûme gund û min li mala wê pirsî. Ddema ku min ew dîtî min xwest ku stranan bibêje û bê ka ez li kûderê dikarim muzîkên herêma Serhedê bibînim û stranê berê. Wê jî gote min.''

Gerîla Azê dibêje piştî ku tevlî nav gerîla jî bûye dev ji muzîkê bernedaye, li çiyan ew ê bide ser rêça navên pêşeng ên têkoşîn û hunerê Delîa, Hozan Serhat û Hozan Mizgîn û domand, ''Sirûşt, Kursitan û Rêbertî, hemû hev temma dikin.''

Azê herî dawî got, ''Rêbertî dibêje, ''PKK helbestek e, romanek û xweşik e..'' Bi rastî jî wiha ye. Jiyana gerîla, PKK stran e, romanek e, ku dema wê hat ken e, serhildan e, dema wê hat êş  e û xweşik e.''