Eşîrên Ereb li Eyn Îsayê li ser paşeroja Sûriyeyê diaxivin

Komxebata Eşîrên Ereb a bi pêşengiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Eyn Îsayê dest pê kir.

Komxebat bi sernavê "Paşeroja Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna li dijî terorê" pêk tê. Di komxebatê de wê rewşa aborî, siyasî, çandî ya herêmê bê nîqaşkirin.

Lîder û nûnerên 5 hezar eşîrên li gelemperiya Sûriyeyê bi giranî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tevlî civînê bûn.

Di civînê de wê diyaloga navbera eşîran û paşeroja herêmê jî werin nirxandin. Balkêş e ku ji herêmên cuda yên Sûriyeyê tevlîbûn çêbûye.