Ermeniyê dawî yê li Efrînê jî neçar ma koçber bû
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dest danî ser mala Harût Kivork ê Ermeniyê dawî bû li Efrînê û mala wî kirin mizgef.
Dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dest danî ser mala Harût Kivork ê Ermeniyê dawî bû li Efrînê û mala wî kirin mizgef.
Ji roja yekem a dewleta Tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkirin û vir ve dizî, talan, destdirêjî, destavêtin û êrîşên dij mirovan dewam dikin. Çeteyên dewleta Tirk ên heta niha dest danî ser mal û amûrên bi hezaran kesî, vê carê jî dest danî ser mal û hemû tiştên Harût Kivork ê Ermeniyê dawî bû li Efrînê.
Harût Kivork yek ji bi hezaran malbatên ji ber qirkirina Ermeniyan a Împeratoriya Osmaniyan a sala 1915’an neçar mabûn koçî Efrînê bikine. Kivork ê ji sala 1915’an û vir ve li Efrînê dijî û debara xwe bi firotina amûrên hesin û dikana heyî pêk dianî, çeteyên dewleta Tirk dest danî ser mal, dikan û hemû tiştên wî.
Mala Kivork ê li ser Rêya Cindirêsê kirin mizgeft û navê El-Farûk lê hate kirin.
Kivork ê çeteyan êşkence lê kir ji Efrînê koçî Helebê kir.