Erdogan: Em û Esad li dijî Kurdan mîna hev difikirin

Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan got, di dijberiya Kurdan de em jî mîna lîderê rejîma Baasê Beşar Esad difikirin.

Erdogan dema ku ji Soçî vegeriya ji rojnamevanan re axivî û diyar kir ku di mijara Rojava de ew û Esad mîna hev difikirin. Erdogan li ser pirseke, di navbera wan de hevdîtinek wê pêk were yan na? ev bersiv da; "Deriyên siyasetê vekirî ne."

Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan, piştî civîna Soçî dema ku vedigeriya ji rojnamevanên li cem xwe re axivî û anî ziman ku ew û Esad mîna hev difikirin. Erdogan bi bîr xist ku bi Îran û Rûsyayê re heta niha 7 civîn li dar xistine û îdîa kir ku Tirkiyeyê wezîfeya ku li Îdlibê jê re hatiye dain bi cih aniye.

Erdogan bal kişand ser Kongreya Diyaloga Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Soçî biryar li ser wê hate dayin û îdîa kir ku Îran, Rûsya û Tirkiye wê beşdaran diyar bikin. Erdogan îdîa kir ku komîsyonên jêrînên ên wezaretên karên derve yên sê welatan wê amadekariyê bikin, Wezîrên Karên Derve û car carna Serokên Fermandariya Giştî wê tevlî vê pêvajoyê bibin. Erdogan got, "Hemû komên li Sûriyeyê wê tevlî kongreyê bibin. Hevalên me wê di vî warî de amadekariyan bikin. Di mijara PYD/YPG'ê de hwelsta me zelal e. Min ev mijar hem li civînê hem jî di civîna çapemeniyê de bi zelalî anî ziman."

Erdogan da xuyakirin ku ew li dijî Kurdan e ku li Bakurê Sûriyeyê bibe xwedî statu û got, "Xuya ye Esad jî li dijî statuyeke bi vî rengî ya li bakurê Sûriyeyê ye."

GEF LI EFRÎNÊ XWAR, SÎNYALA HEVDÎTINÊ DA ESAD

Erdogan îdîa kir ku Efrîn 'bajarekî Ereban' e û careke din gef li Efrînê xwar.

Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan ji bo pirsa "Dibe ku hûn hevdîtinekê bi Esad re bikin?" got, "Deriyê siyasetê her tim vekirî ye."