'Erdogan dijminahiyê li hemû Kurdan dike'

Parlamenterê Partiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Arêz Ebdullah diyar kir ku Erdogan dijminatiyê li hemû Kurdan dike û eger li Rojava bigihêje armanca xwe, wê çav berde Başûr.

Li dijî êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya 13’ê Kanunê ya li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê û Şengalê , kesayetiyên siyasî, rewşenbîr û parlamenteran nerazîbûn nîşan da. Têkildarî mijarê parlamenterê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê YNK’ê Arêz Ebedullah nivîsek belav kir û di nivîsa xwe de li dijî gefên Erdogan banga şiyarbûnê li Kurdan kir.

‘GEFÊN ERDOGAN JI GEFÊN DAÎŞ’Ê NE KÊMTIR IN’

Ebdullah axaftina xwe wiha domand: “Siyaseta Erdogan li hember Rojavayê Kurdistanê eşkere ye ku naxwaze ku Kurd di çarçoveya Sûryeyek demokratîk de bijîn. Gefên Erdogan yên li ser Rojavayê Kurdistanê ji gefên DAIŞ’ê ne kêmtir e.”

Parlamenterê YNK’ê Arêz Ebdullah da zanîn ku Erdogan ji bo helwesta xwe hincetan der dixe, lê ker û kor jî di zanin ew hincet bê bingeh in û wiha pê de çû: “Helwesta Erdogan û dewleta wî, bê cudahî dijminatiya li Kurdan e. Niha ji hemû deman bêhtir fikrê dewleta xwe ya înkar kirina Kurdan diparêze.”

‘EGER LI ROJAVA SER BIKEVE, WÊ ÇAV BERDE BAŞÛR JÎ’

Arêz Ebdullah di dawiya peyama xwe de bal kişande ser metirsiyên Erdogan ên li ser Kurdan û got: “Li gel têbîniyên ji bo siyaseta hemû partiyan, pêşbînî tê kirin ku armanca wan dijberiya daxwazên hemû Kurdan e. Ji ber wê divê hemû Kurd vê yekê baş bizanin. Ji ber wê eger di Rojava de serbikeve wê çav berde Başûrê Kurdistanê jî.”