Engîzek: Êdî doza Kurdan gerdûnî ye

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek bandora şerê dinyayê yê sêyemîn li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, hevpeymanên hêzên mêtinger û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk nirxand.

Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Xalîde Engîzek diyar kir ku ji ber rewşa erdnigariya Kurdistanê a jeostratejîk û jeopolitik navenda Şerê Cîhanê a Sêyemîn axa Kurdistan’ê ye. Her wiha ragihand ku êdî Şoreşa Kurdistanê li cihanê temsîla xetek nû dike. Engîzek wiha axivî:

"Her kes dibêjê û dipejirîne ku niha şerê cîhanê yê 3. dimeşe û ev şer li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê navendî buye. Çima Kurdistan? Her çiqasî navên cuda lê bikin, bêjin ev şer li hember hêzên statuko û rêxistinên tûndirewe jî, ev ne raste bi tamamî ev şer di navenda Kurdistanê de dimeşe. Bê gûman sedema vê yekê rewşa Kurdistanê ya jeostratejîk û jeopolitîke, her wiha xwêr û bêrên Kurdistanê ên ser erd û bin erde, ya herî girîng jî sedema navendîbuna vî şerî li Kurdistanê ewe ku Şoreşa Kurdistanê temsîla xetek nû dike, temsîla xeta sêyem ya netewa demokratîk ,modernîta demokratik e. 

ARMANC DAGIRKERIYA QIRKIRINA KURDANE

Piştî şerê cîhanê yê 1. û 2. Kurdistan hat parçekirin di navbera çardewletên netewperest de, bi komployan heya roja me ya îro her tim ji milê hêzên hegemonîk ve rê li pêşiya çareseriya doza Kurd hat girtin û Kurdistan weke navendek şerên herî qirêj diyar kirin. Li ser  gelê me politîka qirkirinê dan meşandin, xwestin mîna bi qirkirina Ermenan ku serweriya hêzên hegemonîk li ser herêmê çêbu û herêmên petrolê weke Mûsil û Kerkuk xistin bin kontirola xwe, niha jî weke dirêjiya sedsalên derbasbuyî, dixwazin Kurdan qir bikin û dewlemendiyên Kurdistanê bi taybetî ava şêrîn û petrola maye bixin bin kontrola xwe. Bi vê dixwazin du pêngavan biavêjin. Ya yekem ewe dixwazin xeta modernîteya demokratîk, ya xwe dispêrê civaka politik û exlaqî ku hîma wê ekolojîke û azadîxwaziya jinê ye ku buye hêviya hemû sosyalist, çepkir, jin, ciwan û tevahî bindestan parçebikin û têk bibin. Ji ber ku pêşengiya vê xetê û dînamîkê herî xurt ê vê paradîgmayê gele Kurd e, vî gelî bi darê dewleta Tirkiyê parça bikin. Lewma niha seranserî sînorê Bakur û Başûr, Rojava û Bakur, Rojhilat û Bakur bi komkujiyan vala dikin ku demografiya Kurdistanê bigihûrin û parçêyên Kurdistanê ji hevdu qut bikin, ji bo hêza herî dînamîk ya vê paradîgmayê gelê Kurd qir bikin. 

HÊZÊN MÊTINGER DIXWAZIN DEWLEMENDIYÊN KURDISTANÊ TALAN BIKIN

Ya duyem jî ewe ku dixwazin xêr û bera vê herêmê ya ser erd û bin erd bixin bin kontrola xwe. Bi vê dixwazin xwe ji keyrana pergalê rizgar bikin. Ji bo wê biryar dan û Rusya û Emerîka li hevdu kirin, ku hem tevgera şoreşgerî tesfiye bikin, hem jî petrola Kurdistanê di nav hevdûde parvebikin. Ewrupa li derveyî vê parvekirina pêtrolê hiştin, ji bo wê tewrê Ewrupa weke zarokên mizmizokî ku li ser şekrokan digrî ye. Bertekên Ewrupa ne li gorî huquqa navnetewî ye. Tenê ji bo ku nebuye şirîkê li hevdukirina Rusya û Emerîka li ser pêtrolê ye. Trump bê şerm dibêjê em leşkerên xwe dişînin ku bîrên pêtrolê biparêzin û dibêje: ‘ez pir ji petrole hez dikim.’ Em jî ji Trump û hemû cîhanê re dibêjin, em ji pir ji azadî û ji demokrasiyê hez dikin ku hezkirinên me cûdane..!

DEWLETA TIRK DESTIKA HÊZÊN MÊTINGERE

Bê guman ev pilana hêzên hegemonîke, lê ya ku vê dixê piratîkê jî dewleta Tirkiyê ye. esas niha Tirkiyê kêfxweş dibe û dibêjê ez fethan dikim û xwe belavî Rojhilata Navîn dikim, xeyalên xwe ya Osmaniya pêk tînim. Lê ev xefletek mezine, bila pir kêfxweş nebe. Mîna dema komploya 15 Sibatê ku rêberê me bi komployek navnetewî girtin û dan Tirkiyê , wê demê Ecewît gotibû APO mîna topek agir avêtin himbêza Tirkiyê, lê em nizanin emê çi jê bikin. Bêguman ew merivekî bi ezmun bu. Birastî jî dîlgirtina rêbertî û şandina Îmralî  dîsa çêkirina pergala Îmralî hemû jî ne Tirkiyê kir, heya nİha jî hêzên hegemonîk vê pergala Îmralî birêve dibin. Niha jî  Erdogan dibêjê me wiha êriş kir, me filan gund girt me çend kuştin. Ev hemû propaganda,şerê taybet û derewin. Ne Tirkiyê wiha xurte ku wan deran bigrê ne jî ev ciyên girtine ji wan re dimînê. Mîna hukumeta Çîler û Dogan gûrêş re lempa kesk vêxistin ku li Kurdistanê komkujî pêkanînin, bi Tirkiyê dan bawerkirin ku hûnê wiha PKK biqedînin. Niha jî hinek hêz ji Tirkiyê re dibêjin, tuyê bi vê faşîzmê kurdan û PKK biqedînî. Ew jî bawerdikin. Civaka xwe jî bi peyvên terorê û pirsgirêka hebûnê (beka) dixapînin. Lê esas dixwazin bi destê Tirkiyê di wê herêma bi ewle ku Erdoxan qala wê dike de sitetuyekî çete ava bikin ku pê xarac bigrin û bi wan çetan şerê hêzên li pêşiya planên wan astengin bixin. Ji bo vê jî NY û konseya ewlekariyê ya navnetewî hemû şirîkê vê pilanê ne. Yanê li şûna bêjin li wir dagirkerî heye, dibe bi dawî bibê, dibêjin em ji bo penaberan kampan amede dikin, yanê durûtiyek mezin dikin. 

ÊDÎ DEM DEMA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ YE

Di vê wateyê de ku destê hemû hêzên hegemonîk ên cîhanî di nava vê şerê li Kurdistanê de ye, ji bo vê doza Kurd gerdûnî buye. Heta pergala Îmralî ya komplo ya ku dixweza heremê ji nû ve dîzeyn bikê û cardin Kurda dike qurbanê wê neşike, faşîzm têkneçe, li tu parçeyan çareserî çênabe û azadiya Kurdistanê misoger nabe. Dibe gelê me bi taybetî vê yekê baş fêm bike, em jiyana komînal a hevpar ava nekin, ax, av û enerjiya xwe nekin komîn û jiyana azad ava nekin, bi rihê şerê gelê şoreşgerî li berxwe nedin, wê kêfa Trump ji pêtrola me re were û emê jî perişan û hejar, li ser axa xwe penaberbin. Me kêmek kir îro tevahiya cîhanê li tekoşîna me xwedî derdikeve,   Şoreşa Kurdistanê ku danaheva wê îro di Rojavayê Kurdistanê de kombûye. Di qada navnetewî de deng daye û dile her pênc kiteyên cîhanê qezenckirî ye. Êdî ev şoreş buye malê mirovahî ye. Em hîn baştir kar bikin û ji warê xwe dernekevin .Wê ev xwedîderketina gel û jinên cîhanê li vê şoreşê, bi hêza şerê gel ê şoreşgerî û berxwedanê bilind bibê. Niha derfet çêbuye ku pirsgirêka Kurd bi gelên din re wê çareser bibe. Wê ev gel li pergala xwe ya demokratîk xwedî derkevin. Ji bilî vê dermanê gelên me ên li Kurdistanê dijîn nîne. Azadiya jin, vîna ciwana, tama azadiyê ku hatiye kirin hemû ji dest biçe. Ji bo wê jî ji bilî berxwedanê şensek me ya din nîne, ger berxwedan bilind bibê wê dawî muhteşem be û bi avakirina pergala netewa demokratîk mirovahiya pêşverû bê tacîdarkirin, wê armanca dagirkeran û hêzên hegomonîk jî vala bê derxistin.’