Emer Saleh: Plana PDK’ê û dewleta Tirk li Şengalê têk çû

Hevserokê berê yê PADÊ Emer Saleh têkildarî operasyona li dijî şebekeya sîxurên MÎT û PDK’ê got, “Plana PDK’ê û dewleta Tirk li Şengalê têk çû. Eger em pişt hêzên xwe yên ewlekariyê bigirin, wê dijmin ti carî bi ser nekeve.”

Di 24’ê Çileyê de Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê û Hêzên Asayîşa Şengalê li dijî sîxurên MÎT û PDK’ê yên li herêmê tevdigerin û ji qetilkirina şoreşgerên pêşeng berpirsyar in, operasyonek hevpar li dar xistin û gelek sîxur hatin girtin. Hevserokê berê yê Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) Emer Saleh derbarê rêveçûn û encama operasyonê de nirxandin kir.

'GIRTINA SÎXURAN JI BO EWLEHIYA CIVAKÊ GAVEK GIRÎNG BÛ'

Saleh destnîşan kir ku, operasyona hevpar ji bo tevahiya ewlehiya gelê Êzidî û bi taybet saziyên civakî yên sivîl gelek girîng e û got, “Dîlgirtina sîxuran bûye, dilxweşiya me hemûyan. Ji bo gelek kesan peyamek xurt bû. Êdî wê kesek bi hêsanî di nava civaka me de tevnegere. Operasyon hêj jî didome. Ji xwe hêviya me ji hêzên me yên ewlekariyê jî ev bû ku sîxurên nav me bigirin. Sîxurên hatine girtin, ji xwe sûcên ku kirine bi awayek eşkere vedibêjin. Girtina van sîxuran ji bo ewlehiya tevahiya civaka Êzidî girîng bû, an wê berdêlên giran hatibana dayîn.”

'PLANA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK TÊK ÇÛ'

Saleh anî ziman ku, armanca PDK’ê û dewleta Tirk ew e ku gelê Êzidî bi hev bide kuştin û wiha berdewam kir, “Lê hêzên ewlehiyê li dijî plana PDK’ê û dewleta Tirk destwerdaneke xurt kir. Planê wan hate têk birin.  Eger ev sîxur nehatibana girtin wê gelek xirabiya di nava civakê de kiribana û pêşengên me kiribana hedef. Em destxweşiyê li hêzên xwe yên ewlekariyê dikin ku rê li ber planên dewleta Tirk û PDK`ê girtine.”

'EGER EM PIŞTA HÊZÊN XWE BIN, DIJMIN WÊ TÊK BIÇE'

Saleh da xuyakirin rastiya her tiştî hate xuyakirin û got, “PDK’ê gelek caran provakasyon kir ku li Şengalê aramî pêk neyê. Ji bo Êzidî venegerin Şengalê serî li rêyên qirêj da. Îro rastiya wan bi awayek zelal eşkere bûye. Ji bo Şengal nebe Şengaleke Xweser serî li her rêya qirêj dan. Divê malbatên li Şengalê balê bidin zarokên xwe da ku neyên lîstikê neyaran. Eger em pişt hêzên xwe yên ewlekariyê bigirin, wê dijmin ti carî bi ser nekeve û wê nikaribe xirabiyê di nava civaka me de çêbike."