‘Em ê bi hestê 1’ê Gulanê dîwarê dagikeriyê hilweşînin’

Gelê Efrînê yê li koçberiyê 1’ê Gulanê Roja Kedkarên cîhanê pîroz kirin û peyama ku wê bi hestên 1’ê Gulanê dîwarên dagirkeriyê hilweşînin.

Gelê Efrînê yê li Şehbayê koçberiyê dijî, Roja Kedkarên Cîhanê bi meşeke girseyî pîroz kirin, meş ji kolana gundê Til Sosînê bi dirûşmeya ‘Efrînê Efrîn’ destpê kirî, ber bi Kampa Serdem ve kete rê.

Hevseroka Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Bekir Elo û rêveberiya kordînasyona Kongra Star a Efrînê Zelox Reşîd, li ber dîwarê dagirkeriyê daxuyanî dan û 1’ê Gulanê cejna kedkar û karkeran pîroz kirin.

Endama rêveberiya Kongra Star Hediya Yûsif axivî û got: “Rizgarkirina Efrînê, wê bi berxwedana me misoger bibe. “

Çalakvanan diyar kirin ku dagirkeriya li ser xaka xwe ti car qebûl nakin û heta dawî li vê dagirkeriyê were wê li qada bin û têkoşîna xwe bidomînin.