Elmanya li ser du saziyên Kurd biryareke skandal stand!

Hişmendiya qedexekar a dewleta Tirk li Elmanya jî xuya kir. Wezareta Karê Navxwe ragihand du saziyên çand û hunerê yên Kurdan, Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk hatiye qedexekirin.

Dewleta Elman ku bi desthilata Erdogan re dîsa têkiliyên xwe zêde kirî, fatoreya vê dîsa li Kurdên Elmanyayê birî.

Bi fermana Wezîrê Navxwe yê Elman Horst Seehofer ku siyasetmedarê muhafezkar û rastgir e, du saziyên girîng ên Kurdan ên çand û hunerê Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kir.

Polîsan îro li Neussê bi ser navendên van du saziyan de girt. Li herdu saziyan jî hê polîs lêgerîna xwe didomînin, Seehofer ragihand xebatên Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê qedexe kiriye.

Wezareta Karê Navxwe têkilî qedexeyê daxuyanî da û got têkilî Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li eyaleta Ren Vestfalya ya Bakur (NRW) û Saksonyaya Jêrîn (Nîedersachsen) polîs lêgerînên xwe didomînin.

8'ê Adarê ya 2018'an jî polîsan bi ser Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Multîmedîayê de girtibû. 3 rojan polîsan li van saziyan lêgerînên xwe domandibû, bi gelek qemyon û TIR'an dest li ser pirtûk, albûm, arşîv û cîhazên tomarê dabîbûn.

HINCETA QEDEXEYÊ; 'PKK HE JÎ AKTÎF E'

Di daxuyaniya Seehofer de, ku di malpera Wezareta Navxwe de hatiye parvekirin, hate gotin Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîk 'saziyên alîgir' ên PKK'ê ne, ku PKK ji 1993'yan ve li Elmanyayê qedexe ye.

Wezîr Seehofer got ji bo ku qedexeya li ser PKK'ê were bicihanîn organên dewletê bi pergal gavan davêjin.

Seehofer wiha qedexeya xwe parast: ''Ji ber sedema ku PKK'ê, li gel qedexeya 1993'an hê jî li Elmanyayê aktîf e, divê xebatên saziyên alîgir werin astengkirin.''

Wezîr her wiha got du sazî jî dahata ji pirtûk û CD'yan ji PKK'ê re dişînin.

Balkêş e, qedexeyên li ser van du saziyan ku bi salan e pirtûkên Kurdî û berhemên muzîkê derdixin, beriya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya  vê heftiyê wê dest pê bike û rayedarên Tirk jî hatin vexwendin, pêk hatin.

Elmanya 2008'an bi qedexekirina xebatên Roj TV dîsa mohra xwe li biryareke skandal danîbû.