Elîf Bûlût: Têkoşîna jinê li her derê geş dibe

Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Elîf Bûlût anî ziman ku heman zilma li Îranê li jinê tê kirin, li Tirkiyeyê jî bi rêbazeke cuda tê kirin û destnîşan kir ku desthilatdar jî hêrsa li dijî jinê sor dikin.

Bûlût anî ziman ku hewldanên desthilatdaran ên ji bo dîzaynkirina jinê li tevahiya cîhanê mîna hev in û bi bîr xist ku li Tirkiyeyê her roj sê jin têne qetilkirin. Bûlût têkoşîna jinan a li Rojava ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Berxwedana herî wêrek a li dijî DAÎŞ'ê destpêkê ji aliyê jinan ve hate dayin."

Li Îranê, xwepêşandanên şermezarkirinê yên ji bo Jîna Emînî têne lidarxistin, dewam dikin. Endama Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bûlût li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

HEWLDANA JI BO DÎZAYNKIRINA JINÊ

Bûlût diyar kir ku desthilatdarên mêr hewl didin bi rêbazên zordar jinê bi rê ve bibin û got, "Di serî de Tirkiye, desthilatdarên welatên otorîter ên mîna Îranê, hewl didin jinê dîzayn bikin. Li Îranê piştî ku rejîm hate guhertin, ev yek bi pîvanên şerî û rêbazên zordar tê kirin. Salên dawî hinekî kêm bû jî ji kincan heta bi rêbaza jinê û înkarkirina hebûna jinê, gelek pirsgirêk rû didin. Ne tenê li Îranê, li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn, li Ewropayê li her derê desthilatdariya mêr zextê li ser rêbaza me ya jiyanê, jiyana me ya kar, têkiliyên me yên malbatî, zextê li her tiştên me dike. Ev yek ji rêbazên hezaran salî yên desthilatdariya mêr e. Li Îranê serhildanan gel ne tenê ji ber qetilkirina jinekê destpê kir, bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Îro jî qala kuştina 41 kesî di xwepêşandanan de tê kirin. Tevî vê yekê jî mirov dadikevin qadan. Li welatê xwe jî em kuştinê, girtinê û sirgûnê didin ber çavên xwe û ji bo guhertina vê sîstema mêr têdikoşin."

ZEXTA LI TIRKIYEYÊ YA NAYÊ DÎTIN

Bûlût ragihand ku li Îranê û Tirkiyeyê pirsgirêkên bingehîn ên jinê weke hev in û wiha dewam kir, "Tenê li Îranê bi qanûnan, bi rengekî fermî ev tê kirin. Li Tirkiyeyê bi zexteke nayê dîtin, zexta civakî, mobbîng a patron, rîska destdirêjiyê li kolanan û otobusan li jinan tê kirin. Ji zarokatiyê ve em bi rêbaza 'tu keç e, xweşik rûnê', 'bi dengê bilind neaxive' em têne mezinkirin. Eger hûn li ber vê rabin hingî weke jineke serhildêr, bêexlaq û nebaş têne dîtin. Desthilatdariyeke welê heye ku vê hêrsa li dijî jinê xwedî dike. Vê nefretê timî sor dike. Di bin navê ol de 'alim' diaxivin, siyasetmedar diaxivin. Derdê wan ew e ku jin wê di kîjan emrî de zarokan bîne dinê, çend zarokan dikare bîne dinê, divê çi û çawa li xwe bike. Her roj li vî welatî herî kêm 3 jin têne qetilkirin."

BERXWEDANA JINÊ YA HERÎ WÊREK LI ROJAVA PÊK HAT

Bûlût bi van gotinan bal ikşand ser têkoşîna jinên Kurd a li Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê: "Jin wêrek û berxwedêr in. Mînaka herî xurt a vê yekê jî berxwedana jinê ya li Rojava ye. Jin, di rewşekê de ku tundî, destdirêjî li jinê dihate kirin û dihatin firotin, li dijî DAÎŞ'ê berxwedana herî wêrekî nîşan dan, berxwedana destpêkê ji aliyê jinan ve hate kirin. Hîn jî aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî nayê zanîn. Tevî vê yekê jî her tişt dan pêş çavên xwe û tevgerek dan destpêkirin. Dema em qala Şoreşa Jinê ya Rojava dikin, em dibêjin ku bi pêşengiya jinê xurt bûye. Niha li Efganistanê jin hîn jî li dijî Talîbanê saleke bi rengekî bêhempa bi wêrekiyê li ber xwe didin."

TÊKOŞÎNA JINÊ GEŞ DIBE

Bûlût destnîşan kir ku di desthilatdariya AKP'ê ya 20 salan de jinan berdêlên giran dane û got, "Ji bo AKP'ê jinên maqûl hene, yên ne maqûl hene. Jinên ne maqûl ew in ku li hemberî AKP'ê li ber xwe didin, têdikoşin. Lewma hêrseke gelekî mezin li hemberî me tê nîşandan. Gelek wekîlên me li girtîgehan dîlgirtî ne. Li hemberî wekîlên jin ên girtî nêzîkatiyeke gelekî cuda tê nîşandan. Mîna cezayên ku li Aysel Tûglûk, Semra Guzel, Leyla Guven hatine birîn..."

Endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Elîf Bûlût herî dawî destnîşan kir ku li gel rejîmên zordar jî li tevahiya cîhanê têkoşîna jinê geş dibe û dewam dike.