DYA’yê ji bo Deriya Spî keştiyên balafir û cengê sewq kirin

Hat ragihandin ku li gel Keştiya Balafiran a USS Harry Trûman a ku berê li dijî DAIŞ’ê ji aliyê Fîloya DYA’yê ve hatibû bikaranîn,  7 keştiyên şer hatine şandina Behra Spî.

Li Sûriyeya ku îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî zêde dibe de ku gotegotên mudaxeleya ji bo Sûriyeyê têkirin, DYA pêngaveke nû avêt.

Di daxuyaniya fîloyê hatî kirin de hate gotin ku li gel hezaran personelan balafireke şer û 7 keştiyên şer sewqî Deryaya Spî hatiye kirin. Li gorî daxuyaniyê wê Keştiya Balafira ÛSS Harry Trûman li gel keştiyên din ên şer wê sibe li peravên Norfolk a Vîrgînîayê bi cih bibe.

Li gel keştiyên şer ên wêranker ku xwediyê fuzeyan ÛSS Bulkeley, ÛSS Forrest Sherman, UÛSS Farragût û ÛSS Arleîgh jî wê keştiya ÛSS Normandy jî wê cih bigire.

Keştiyên li gel 6 hezar û 500 personl û balafirên şer ên girêdayî hêzên hewayî ketine ser rê, firkateynên FGS Hessen ên girêdayî fîloya Elman jî cih bigirin.

 Di daxuyaniya ji aliyê fîloyê ve hate kirin de sedemê şandian keştiyan a Derya Spî nehate diyarkirin, cih hate dayîna îfadeya ku ‘beriha niha hatiye plansazkirin’.

Keştiya bi navê ÛSS Harry Trûman, di çarçoveya têkoşîna bi çeteyên DAIŞ’ê re sala 2016’an sewqî Derya Spî hatibû kirin.