DYA ya ku komkujî û dagirkerî ne dît, talana li Efrînê dît

Berdevka Wezareta Karê Derve ya DYA’yê Heather Nauert balkişand li ser talana li Efrînê û ragihand ku ew ji nûçeyên 48 seatên dawî bi fikarin.

Berdevkê Wezaretê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku ‘nûçeyên talankirinê em xistine nava fikaran’.

Hêzên dagirker ên Tirk û çeteyên El Kaîde û DAIŞ’ê piştî ketina navenda bajarê Efrînê û şunde dest bi talanê kirin. Hemû tiştên girêdayî sivîlan talankirin, alavên li sazî û dikanên gel jî dizin û bi dîmenan hatibû nîşandan.

Heather Nauert wiha got; “Li ser gefa êrîşa artêşa Tirk û mûxalifên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, Efrîna ku nifûsa wê zedetir Kurd bajêr vale kirine.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Netewên Yekbûyî ji bo pêdiviyên bi sedan kesên ku Efrînê terk kirin bine cih. Tirkiye mutefîkê me yê NATO yê em girêdayî lixwegiritnên wê ne û ev girêdan gumanên ewlehiya rewa ya Tirkiyeyê ji digre nava xwe. Di heman demê de hedefa me ya binxisitina DAIŞ’ê û em girêdayî partnerê xwe yên li rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Sûriyeya Demokartîk in. Efrîn jî dinav de şerê li rojavayê Sûriyeyê bûye sedem ku rê li ber hedefa me ya binxistina DAIŞ’ê vekiriye.”