DYA li Başûr û Iraqê kete dewrê

Nûnerê Taybet ê DYA yê Têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê Brett McGûrk tevî heyetekê li Hewlêrê serdana Nêçirvan Barzanî û Kûbat Talabanî kir.

McGûrk tevî Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê DYA Andrîo Peak û Sefîrê Bilind ê DYA yê li Bexdayê Doûglas Sîllîman, serdana rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê kir. McGûrk bi Serokwezîrê Rêveberiya Herêmî Nêçirvan Barzanî û Alîkarê wî Kûbat Talabanî rûnişt. Di hevdîtinê de ragihand ku ew destekê didin hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê ku rojên dawî dest pê kirine.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa dawî ya li Herêma Kurdistanê û Rojhilata Navîn, her wiha têkiliyên du alî û hevdîtinên navbera Hewlêr û Bexdayê hatine nirxandin.

Balkêş e ku ev hevdîtin piştî radestkirina deriyên sînor û balafirgehan ji bo Bexdayê û daxuyaniya Nêçirvan Barzanî ya digot, "Têkiliyên me yên bi Îran û Tirkiyeyê re wê sererast bibin, bigihêjin asta berê" hate kirin. Derdorên siyasî dibêjin, ev hevdîtin ji ber aciziya ji mesajên hatine dayin pêk hatiye.

Piştî vê serdanê, rêveberên PDK'ê dan xuyakirin ku divê hilbijartinên herêmî tavilê bên kirin. Pisporên siyasî û şîroveger dibêjin, bilêvkirina hilbijartinê ji aliyê PDK'ê ve daxwaza heyetê ye.