Dostekî qedirbilind ê Kurdan ê Elman çû ber dilovaniya xwe

Nivîskar û siyasetmedar Robert Jarowoy ku bi salan li Elmanya li rex têkoşîna azadiyê ya Kurdan disekinî çû ber dilovaniya xwe.

Robert Jarowoy ê 68 salî ku li bajarê Hambûrgê yê Elmanyayê dima, ji ber pençeşerê 21'ê Îlonê çû ber dilovaniya xwe.

Mirina Jarowoy ne tenê li Hambûrgê li nav Kurdistaniyên li Elmanyayê jî bû sedema xemginiyê.

Jarowoy ê ku 1952'an li Nurnbergê jidayik bûyî hê bi ciwantî tevlî nav têkoşîna şoreşger a Elman dibe.

Jarowoy dema ku beşa dîrok û felsefeyê dixwend bi sedema ku tevlî Tevgera 2'yê Hezîranê bûbû, ji 1973'an heta bi 1979'an li girtîgehê ma. Jaroway 4 salan di tecrîdê de ma û 1980'yî heta roja mirinê jî li Hambûrgê ma.

DI NAV TÊKOŞÎNA GELÊ KURD DE MA

Jarowoy ji 2008'an û vir ve li endamtiya Meclîsa Şaredariya navçeya Altona ya Partiya Çepgir dikir, nexasim 1980'yî piştî ku bi rêya Huseyîn Çelebî tevgera PKK'ê nas dike, 40 salî li gel hevjîna xwe Beate Reiss bi rengekî çalak tevgera azadiya Kurd parast.

Li gel komek hevalên xwe ji bo ku alîkariyê ji bo Kurdên mexdûr bidin hev Komeleya Alîkariya Kurdistanê ava kir. Ev komeleya bi navenda Hambûrgê hê jî xebatên komkirina alîkariyê didomîne.

Jarowoy salên 90'î bi komeke Elman ên şoreşger û aktivîst re serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir, gelek caran serdana Qada Parastina Meydayê, gerîlayan kir.

Jorowoy  herî dawî 2019'an çûbû Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Li ser şehîdbûna Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê û Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî (Ismaîl Ozden) ji bo serwîsa ANF'ê ya Elmanî gotarek nivîsîbû, ku Jarowoy Zekî Şengalî weke dostekî xwe yê nêz didît. Jarowoy di wê gotara xwe de gotibû, ''Em soz didin têkoşîna ku te emenatî me kiriye bidomînin.''

Ji bo Jarowoy ku cenazeyê wî rakirin morgê, 10'ê Cotmehê roja rojbûna wî wê bernameyeke bîranînê were kirin.