Dostekî Kurd bi tena serê xwe ji bo Efrînê çalakiyê dike

Dostê Kurd ê Îtalyanî Andrea, li ber şaredariya bajarê Ivreayê ji bo Efrînê dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê, li Ewropayê ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan ve bi çalakiyan tên şermezarkirin.

Dostê Kurd Andrea yê Îtalyanî li ber şaredariya bajarê Ivrea ya Îtalyayê, ji bo balê bikişîne ser êrîşên qirkirinê yên li ser Efrînê dest bi çalakiyeke yek kesî kir.

Andrea dowîzên bi nivîsa "Kujer Erdoğan" û "Şer û komkujiya li Efrînê tavilê rawestînin" vekir û her roj çalakiyê dike.