Doktorekî wiha bû ku gelê xwe hilbijart

Bager Boran Fakulteya Tibê qedandibû, Kurdekî zana û bîrewer bû. Ya dijwar hilbijart. Dema ku DAÎŞ'ê êrîş anî bi eniyê ve baz da û şer kir. Di êrîşa dewleta Tirk de ya beriya du salan a bi ser Mexmûrê de nemir  bû.

Bager Boran ku ji bo ku berevaniyê li gelê xwe bike ji ti berpirsyariyê xwe nedayî alî û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bi fedakarî şer kirî, her demê li pêş bû. Tiştên ku mêtingeran û pergala wan didayê bê dudilî red kir. Li Mexmûrê, ya ku di ber berevaniya wê de şer kirî 6'ê Kanûna 2017'an şehîd bû.

Wan rojan ku çeteyên DAÎŞ'ê bajar dagir dikir, bi terora xwe cîhan qutifandî hêzên Kurd berxwedaniyeke mezin dan. DAÎŞ'ê Tebaxa 2014'an êrîş bi ser Kampa Penaberan a Mexmûrê de anî. Şêniyên kampê hêzên xweparastinê ava kirine, li gel gerîlayên HPG'ê û YJA Starê şer kirin. Ne tenê Mexmûr azad kirin her wiha gelek deverên derdorê jî azad kirin. Di vê pêvajoyê de gelek ciwanên Kurd tevlî nav berxwedanê bûn û di şikandina êrîşên DAÎŞ'ê de bi roleke aktîv rabûn. Yek ji van ciwanan jî Bager Boran bû. Amed Şiyar ku pê re di nav berxwedanê de bû, eynî eniyê pê re şer kirî, heta şehîd bûyî jî li gel bû, behs Bager Boran kir:

HER TIŞT BERDA Û XWE LI GELÊ XWE PÊÇA

Xwedî kesayateke ronak û pêşketî bû. Tib qedand. Dema ku dît li ser gelê me êrîşên qirker hene tevlî nav refên berxwedanê bû. Tişta ku pergalê dayî li aliyekî danî, ji bo berevaniyê li gelê xwe bike tevlî nav Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê bû. Li gel ku derfet li ber hebûn ku jiyaneke rehet bijî, wî ya zor hilbijart, ji bo gelê xwe şer da ber çavan.

BÎREWER BÛ Û JI PARVEKIRINÊ HEZ DIKIR

Bîrewer bû, dilzîz û pratîk bû. Giramgir bû, yên bi temenê xwe jê meztir jî hurmet didanê. Zana û parvekar bû, ji ber vê tim her kes bi alî xwe ve dikişand. Dilsozê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ne tenê dilsoziyeke hîsî bû, dilsoziyeke bi xwendinê û fêhmkirinê. Bi xwe re nedihişt, par ve dikir.

JI HER ALÎ VE XWEDÎ PÎVAN BÛ

Ji her alî ve bi pîvan bû, dema ku henek dikir, dema ku xemgîn jî dibû. Dilnizm bû lê jidil bû, ev di rabûn û rûniştina wî de jî xuya dkir. Hay ji wan nirxan hebû ku temsîla wan dikir û her gava wî li gorî vê bû.

Ji bo ku berevaniyê li gelê xwe bike ji ti berpirsyariyê nedireviya, li dijî DAÎŞ'ê bi fedakarî şer kir û weke her carê tim li pêş bû.  Têkoşîna azadiya gel di ser her tiştî re dît. Di êrîşa 6'ê Kanûna 2017'an a dewleta Tirk de, ya liser Kampa Penabaran a Mexmûrê kete nav karwanê şehîdan ê Kurdistanê.