Doh madalya dabû Evren, îro jî xalîçeya sor li ber Erdogan radixe

Têkiliyên siyasî, leşkerî û aborî yên dewleta Tirk ên bi dewleta Elman re 40 salên dawî mezintir bûn. Dewleta Elman ku xwe amade dike ji bo xalîçeya sor li ber lingên Erdogan raxe, berê jî madalya dabû lîderê cûnta 12'ê Îlonê Kenan Evren.

Piştî ku bi darbeya 12'ê Îlona 1980'î re Bakurê Kurdistanê û Tirkiye bûn mîna girtîgeheke servekirî û mafên mirovan-nirxên gerdûnî hatin binpêkirin, têkiliyên navbera Ewropa û Enqereyê têk çûn.

Heman piştî darbeya faşîst a 12'ê Îlonê, bi beşdariya lîderê cûntayê orgeneral Kenan Evren û generalên endamên Konseya Ewlekariya Milî roja 16'ê Îlonê civîneke çapemeniyê hate lidarxristin û belavokeke hate xwendin. Tevî rûyê faşîst ê darbeyê jî di belavokê de wiha dihate gotin, "Têkilî û hevkariya me ya bi Civaka Ewropayê û Konseya Ewropayê wê bidome." Ji ber ku serkêşên cûntayê pê piştrast bûn ku wê ji Civaka Ewropayê ku wê wextê navê Yekîtiya Ewropayê bû, destekê bigirin.

Ji xwe di civîna Konseya Civaka Ewropayê ya 16'ê Îlona 1981'ê de dema ku nîqaş li ser rejîma 12'ê Îlonê hate kirin, nûnerên Elmanya û Îngilîstanê bi awayekî vekirî digotin ku ku cûnta ji bo demokrasî li Tirkiyeyê vegere hatiye kirin. Hin welatên ku Fransa, Danîmarka û Hollanda pêşengî ji wan re dikirin, li ber destekkirina darbeya leşkerî radibûn. Û dixwestin ku têkiliyên bi Enqereyê re bên betalkirin.

Konseya Civaka Ewropayê piştî nîqaşeke dûr û dirêj ne cûntaya 12'ê Îlonê şermezar kir, ne jî helwesteke ku bi temamî destekê dide cûntayê nîşan da. Lê belê konseyê radigihan ku têkiliyên bi Enqereyê re wê bê pirsgirêk bidome. Di daxuyaniya konseyê de wiha dihate gotin: "Ji ber ku rêveberiya leşkerî garantî da ku wê di dema herî kin de li demokrasiyê vegere û bi rêzdarî nêzî mafên mirovan bibe, peymanên heyî yên bi Enqereyê re wê neyên betalkirin."

Ev yek dihate wê wateyê ku Ewropayê rê li ber terora rejîma cûntayê vekir ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê terorê bike. Ev yek dihate wateya destûra cîhana rojava ya ji bo kiryarên li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan, komkujî û kuştina li naverastê.

Çawa ku niha jî li ser kiryarên rejîma Erdogan tenê daxuyanî ji aliyê Parlamenta Ewropayê ve tên dayin, wê wextê jî Parlamenta Ewropayê timî bangên bi vî rengî dikir: "Dema derbasbûna nava demokrasiyê diyar bikin", "jiyana siyasetmedaran ewle bikin" û "azadiyê girîng bibînin".

YA KU REJÎMA 12'Ê ÎLONÊ BERÎ HER KESÎ NAS KIR, ELMANYA BÛ

Wê wextê, Civata Ewropayê tevî cûntayê jî pereyên ji Enqereyê re dihate dayin ranewestand. Mesela, Koneya Ewropayê di Hezîrana 1981'ê de biryar da ku kredî û alîkariya malî ya bi 600 milyon ECU (Pereyê Ewropayê yê wê wextê) ji Tirkiyeyê re bê dayin. Peyman û projeyên ku berî darbeyê di navbera Enqere û Brukselê de hatin îmzekirin, piştî 12'ê Îlonê jî yek bi yek bi cih dihatin anîn. Ji ber ku piştî darbeyê krîza aboriyê li Tirkiyeyê der bûbû û ji bo rejîm hilneweşe pêwîstiya xwe bi pereyan hebû.

Di encama zexta wekîlên Parlamenta Ewropayê de Adara sala 1982'an pêvajoya şirîkatiyê ya bi Tirkiyeyê re hate rawestandin û biryar hate dayin ku desteka malî bê birîn. Li ser vê yekê, yek ji welatên pêşeng ên Ewropayê Elmanya kete dewrê. Ji ber yekemîn hikumeta Ewropayê ya ku rejîma 12'ê Îlonê nas kir hikumeta Bonnê bû. Wezîrê Karên Derve yê Elman Hans Dîetrîch Genscher roja 5'ê Mijdara 1981'ê çû Enqereyê.

Têkiliyên bi rejîma 12'ê Îlonê retevî zexta raya giştî û rexneyên çapemeniya Elman jî dewam kir. Dostaniya ku bi generalên cûntayê re dihate danîn, di asteke welê de bû ku peymanên parastina penaberên siyasî jî binpê dikir. Servîsa Agahîgirtinê ya Elman (BND) sala 1983'an agahiyên li ser penaberên siyasî yên ku ji darbeyê reviyan û xwe li Elmanyayê girtin, bi rêk û pêk ji Enqereyê re ragihand.

Rewşeke sosret a mîna lîsteyên MÎT'ê ku par kete rojeva Elmanyayê, di biryareke Dadgeha Eyaleta Berlînê de jî eşkere bûbû. Dadgehê li ser serlêdana penaberekî ji rejîma 12'ê Îlonê reviyabû û Kanûna 1982'an xwe li Elmanyayê girtibû, ev biryar eşkere kiribû.

Desthilatdariya Demokratên Xiristiyan a bi lîderiya Serokwezîr Helmût Kohl ku sala 1982'an ava bû û 15 salan Elmanya bi rê ve bir, têkiliya bi rejîma 12'ê Îlonê re bilindtir kir. Çawa ku hikumeta Merkel niha dike, wê wextê jî hikumeta Kohl hevkariya bi Civata Ewropayê û endametiya NATO'yê dida pêş û bi her awayî destek dida rejîma Enqereyê. Lê belê raya giştî û mûxalefeta Elman ji vê yekê aciz bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan Dîrk Schneîder ku di rûniştina taybet a Meclîsa Federal a 24'ê Cotmeha 1984'an de mafê axaftinê girt, wê ev tişt bigota: "Hemû alîkariyên ku Komara Elman a Federal di çarçoveya endametiya NATO'yê de dide Tirkiyeyê li dijî gelê Kurd tên bikaranîn. Binpêkirina mafên mirovan û êşkence li Tirkiyeyê bi rêk û pêk bûne."

Li dijî têkoşîna çekdarî ya ku bi pêşengiya PKK'ê 15'ê Tebaxa 1984'an li Kurdistanê dest pê kir, rêveberiya Bonnê wê li cem Enqereyê cih bigirta. Elmanyaya Rojava ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê alîkariya leşkerî û siyasî bi her awayî bida Enqereyê. Sala 1985'an Serokwezîr Helmût Kohl, sala 1986'an jî wê Serokkomarê Rîchard von Weîzsaecker biçûna Enqereyê û têkiliya bi rejîma 12'ê Îlonê re xurtir bikira.

GEL HÊK DIAVÊT RÛYÊ EVREN, DEWLETÊ JÎ MADALYA DIDA WÎ

Çawa ku niha amadekarî ji bo şermezarkirina hatina Erdogan tê kirin, beriya niha bi 30 salî, di payîza sala 1988'an de jî amadekariyeke bi heman rengî hebû. Tevî demokrat û çepgirên Elman û partiyên siyasî, saziyên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî ji bo Kenan Evren li Bonnê bi merasîma dewletê neyê pêşwazîkirin û neyê Elmanyayê, xwepêşandanên protestoyî lidar dixistin.

Polîsên Elman êrîş dibirin ser xwepêşandêran, ew destgîr dikirin û pankartên ku bal dikişand ser rûyê cûntayê yê Kenan Evren qedexe dikirin. Tevî xwepêşandan û zexta mûxalefetê jî, lîderê cûntaya 12'ê Îlonê Kenan Evren 17'ê Cotmeha 1988'an li paytexta Komara Elmanyaya Rojava Bonnê ji aliyê Serokkomar Rîchard von Weîzsaecker ve li ser xalîçeya sor hate pêşwazîkirin. Evren wê rojê hewl dida silav bide neteweperestên Tirk ên li ber Şaredariya Bonnê li hev civiyabûn. Komekê jî ew protesto kir û jê re got "Bicehime faşîst".

Hinek ji hêkên ku xwepêşandêran avêtin li kincê Evren ketin. Polîsên Elman jî bi tundî rabû û xwepêşandêr destgîr kirin. Lê tiştekî ecêb û balkêş e; dewleta Elman wê madalya bida lîderê cûntaya faşîst ku gelê Elman bi hêkan ew şermezar dikir. Kenan Evren heta 21'ê Cotmeha 1988'an li Elmanyayê ma. Serokkomar Weîzsaecker bi xwe nîşaneya liyaqeta bilind ku ji lîderên dewletan re dihate dayin, radestî Evren kir.

Rayedarên Elman ku ji nerazîbûna raya giştî ditirsiyan, ji çapemeniyê re eşkere nekir ku madalya daye lîderekî cûntayê. Wêneyên dayina madalyayê ku bê merasîm hate kirin, wê piştre biketibûya destê çapemeniyê. Evren ku li qesra serokkomariyê bi merasîmekê hate pêşwazîkirin û bi Serokwezîr Kohl re wêneyên samîmî kişand, bi îmzekirina hin peyman û wergirtina destekeke xurt vegeriya Enqereyê.

Piştî ku destekeke xurt ji rejîma 12'ê Îlonê re hate dayin, îstîxbarta cûnta faşîst tevna xwe ya li Elmanyayê firehtir kir. Qenala dewleta Elman ARD wê di bernameya nûçeyan a bi navê 'Panorama' de ku 3'ê Nîsana 1990'î hate weşandin, bi belgeyan eşkere bikira ku Tirkiyeyê di bin sîwana 13 konsolosxane û Sefaretxaneya Bilind a Bonnê de bi statuya dîplomatan 30 ajanên MÎT'ê dixebitîne.

Rayedarên Elman ji bo 15 wezîfedarên Tirk ên eşkere bûn ku ajanên MÎT'ê ne li Tirkiyeyê werin vegerandin zext kirin. Lê belê Tirkiyeyê tenê 4 ji sîxurên xwe vekişand. Tevna ku îstîxbarta Tirk di dawiya salên 1980'î de danî bi qasî ku nikaribe bê nixumandin fireh bû. Serdozgerên eyaletên Stûttgart û Hambûrgê li dijî ajanên Tirk ketin nava liv û tevgerê û li 15 ji wan lêpirsîn vekirin. Lê belê dosyayên van dozan jî mîna lêpirsîn û darizandinên salên dawî yên li dijî sîxurên MÎT'ê hatin rawestandin.