‘Divê parlementoya Herêmê li dijî êrîşên Tirk bi lezgîn bicive’

Bereya Niştimanî êrşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê ku 3 sivîl hatin kuştin dengê xwe bilind bike ku carekî din pêk neyên.

Bereya Niştimanî têkildarî êrîşa balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ya li ser gundê Eredina ya girêdayî bajarokê Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir û di serî de bang li Serokkomarê Iraq, Hikûmeta Iraq û Parlemetoya Herêma Kurdistanê hate kirin ku li dijî van êrîşan êdî helwestekî diyar bê raberkirin.

Bereya Niştimanî bal kişand ser rola parlementoyê û got: “Divê Parlementoya Herêma Kurdistanê bi lezgîn têkildarî van rûdawan kom bibe û sefaretxaneya Tirk a li Hewlêrê hişyar bike ku carekî din êrîşên li dijî xaka Kurdistanê neyê dubarekirin.”

Di dawiyê de Bereya Niştimanî bang li hemû aliyên siyasî û Kurdî kir ku ji bo carekî din ev êrîş dubere nebin û welatiyên sivîl nebin qûrbanî divê dest bidin destên hev û dawî li bêdengiya xwe bînin. Ji ber ku tenane rê yekîtî dikare dawî li dagirkerî û êrîşan bîne.”