Dîmenê çalakiya li dijî MÎT'ê hate weşandin

Fermandariya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo, dîmenê çalakiya 13'ê Gulanê ya li dijî MÎT'ê weşand, ku li qereqola Kanî Masî hate lidarxistin.

Fermandariya Yekîneyên Tolhildanê ya Şehîd Bedran Gundikremo têkildarî mijarê ev agahî parve kiribû:

"13'ê Gulanê yekîneyên me yên tolhildanê yên şehîd Bedran Gundikremo, li navçeya Amediyê ya bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê li nuqteyeke taybet a MÎT'ê ya li qereqola Kanî Masî xistin, ku artêşa TC a dagirker lê bû. Derbên giran li nuqteyên dijmin hatin xistin, ji dijmin gelek kuştî çêbûn, lê hejmar nehate eşkerekirin."