Fermandarê YBŞ'ê: Kî bi ser me ve bê, em ê li dijî wan şer bikin

Ji Fermandarên YBŞ'ê Dijwar Feqîr diyar kir, dewleta Tirk û PDK li dijî Şengalê planan dikin û got, "Em Êzidî, em ê li vir bin û kî bi ser me ve were em ê li dijî wan şer bikin."

Yek ji fermandarên Yekîneyên berxwedana Şengalê (YBŞ) Dijwar Feqîr, operasyona Mûsilê, operasyonên Heşdî El Şabî yên li başûrê Şengalê û êrîşên dewleta Tirk û PDK'ê yên li dijî Şengalê ji ANF'ê re nirxand.

LI MÛSILÊ WÊ RÊVEBERIYEKE ÇAWA AVA BIBE?

Feqîr bibîr xist, ku operasyona Mûsilê li ber qedandinê ye û got, "Di nava rojek-du rojan de dibe ku navenda bajarê Mûsilê bi temamî bê kontrolkirin. Lê belê piştî vê yekê, mijara 'wê çawa were birêvebirin' derdikeve holê."

Feqîr destnîşan kir, divê li Mûsilê şêweyekî rêveberiyê hebe ku Kurd, Ereb, Tirkmen, Suryanî, Sûnî, Şîa, Feylî, Êzidî, Xiristiyan û her kesên din cihê xwe di nav de bigire. Feqîr got, "Pêwîste her kesên koç kirine, karibin vegerin cih û warê xwe. Ji bo vê jî divê şert û merc bên afirandin. Li gel vê yekê, divê kesên ku Mûsil radestî DAIŞ'ê kirin û bûn sedem ku gelên il herêmê êşên giran bikişînin, ji nû ve weke rêveber li vî bajarî neyên tayînkirin."

Dijwar Feqîr anî ziman, gundên li başûrê Şengalê jî di heman demê de ji destê DAIŞ'ê tên derxistin û diyar kir, bi navê YŞB'ê weke parçeyek ji Başûrê Kurdistanê û Iraqê ew amade ne di operasyonên kontrolkirina cihên nû de amade bin.

'PDK'Ê NEHIŞT EW GUND WERIN RIZGARKIRIN'

Feqîr bal kişand ser operasyonên Heşdî El Şabî yên li başûrê Şengalê û wiha dewam kir:

"Ji bo rizgarkirina van gundan, planeke hebû. Dema ku operasyona Mûsilê dest pê kir, me jî li başûrê Şengalê li gelemperiya çiyayê Kolikê dest bi operasyonan kirin. Gava destpêkê ya qonaxa yekemîn a operasyona Mûsilê, ev operasyonên me bû. Lê belê siyaseta şaş, liv û tevgera ji bo desthilatdariya xwe, nedîtina rondik û êşên gel li pêşiya rizgarkirina van gundan bû asteng. We jî şopandin e, me beriya niha bang kiribûn ku em van gundan rizgar bikin û hêzên Kurd bi rengekî hevpar tevbigerin. Me got, di çarçoveya planekê de em gundên Şengalê rizgar bikin. Lê bersiv ji vê re nehat dayin. PDK'ê tenê li desthilatdariya xwe fikirî û bersiv neda. Di vir de PDK'ê got, 'Bila bi derengî be, lê ya min be'. Bi vî rengî fikirî. Li civaka Êzidî nefikirî. Digot, 'Bila gel bimire, li koçberiyê bijî, perîşan bibe, lê di bin desthilatdariya min de be'. Herêmên îro hatine rizgarkirin, eger li gorî plansaziya PDK'ê bûya, belkî heta 30 salên din jî nehatibûna rizgarkirin. Her tişt li gorî siyaseta partiyekê, malbatekê, eşîrekê nameşe. Vaye Haşdî El Şabî hat û ew gund kontrol kir. Niha PDK di ser çapemeniyê re dibêje 'em qebûl nakin'. Eger te qebûl nedikir, wê çaxê te yê rizgar bikira. Koalîsyona navneteweyî destek dida, em hêzên li vir me destek dida. Niha radibin dibêjin 'Heşdî El Şabî çima hatiye vê derê?' Eger tu bisekine, ew ê werin û derbas bibin."

Feqîr bibîr xist, ku gelek pêşmergeyên Êzidî yên di nava PDK'ê de tevlî Heşdî El Şabî bûne û got, "Xuya ye baweriya wan bi PDK'ê nema ye ku gundên wan rizgar bike. Yanî tenê li gundên zarokên wan, dê û bavê wan, dostên wan lê hatin kuştin û revandin temaşe dikirin. Nema dikarîbûn xwe li vê temaşekeriyê rabigire. Gihîştin wê baweriyê ku nêrînên wan, ew û malbatên wan ne xema PDK'ê ne. Dema ku dîtin Heşdî El Şabî ya ji Bexdayê hat û li gundê wan ê bi mehan lê temaşe dikirin operasyon da destpêkirin, ew jî ji PDK'ê qut bûn û tevlî Heşdî El Şabî bûn."

PDK NAXWAZE TI CIHÎ RIZGAR BIKE; TENÊ DERDEKÎ PDK'Ê HEYE: EW JÎ EM IN

Xerîb işaret bi êrîşa 3'ê Adarê ya çeteyên PDK'ê ya li Xanesorê li dijî wan kir û got, "Ew çete ne çeteyên PDK'ê jî bûn. Ew çeteyên Erdogan e. Ew çete ne ku beriya niha di komkujiya Şengalê de cih girtine. Ti niyeta PDK'ê ji bo rizgarkirina wan gundan tine bû. Tenê derdekî PDK'ê heye, ew jî em in. Ji ber vê yekê, tevî ku desteka navneteweyî hebû jî, PDK'ê ew gund rizgar nekir. PDK'ê piştî fermana li Êzidiyan rabû, trajediya Êzidiyan bi kar anî û bi tonan çek ji cîhana rojava girt. Lê ji bo rizgarkirina gundan tiştek nekir."

'EGER ME LI XANESORÊ BERSIV DA BÛYA WÊ ŞER LI GELEMPERIYA KURDISTANÊ BELAV BIBÛYA'

Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr destnîşan kir, ku ew çekên PDK'ê ji cîhana rojava girt, li dijî wan hatine bikaranîn, hê jî ji bo li dijî wan bê bikaranîn hewldan hene û got, "Êrîşa dewletekê, eşîrekê ya jî partiyekê li dijî axa Êzidiyan, wê li herêmê rê li ber pirsgirêkên gelekî mezin veke. Ev ne ya qebûlkirinê ye. Di serî de em vê qebûl nakin. Şerê me li dijî DAIŞ'ê û hevkarên wê ne. Em dixwazin pirsgirêkan di çarçoveya siyasetê de çareser bikin. Lê belê li hemberî êrîşeke leşkerî em ê li ber xwe bidin. Weke Êzidiyan em ê her tim li vir bin û kî bi ser me ve were em ê li dijî wan li ber xwe bidin. Bila her kes zanibe, di dema êrîşên Xanesorê de me nexwest şer bikin. Eger me bersiv bida êrîşên li Xanesorê wê şer ji Xanesorê derketibûya û li çar parçeyên Kurdistanê belav bibûya. Weke Êzidî me ev nexwest û em vê naxwazin."

Li ser gefên dewleta Tirk ên li ser Şengalê jî Feqîr ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk li axa Kurdan bi cih dibe û êrîşî Kurdan dike. Partiyên Kurd bi kar tîne û êrîşî Kurdan dike. Bi hin siyasetmedarên Kurd re tifaqê dike û ciwanên Kurd dikuje. Em Bakurê Kurdistanê deynin aliyekî, êdî xeteriya herî mezin li ser Başûrê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk ji bo Şengalê xeteriya herî mezin e. Lê ne tenê Erdogan, kî bi ser axa Êzidiyan Şengalê ve were, em ê li dijî wî-wan şer bikin. Jİ bo vê jî amadekariyên me hene. Dewleta Tirk tê Başûrê Kurdistanê û hêza xwe bi cih dike, bi vî rengî êrîşî Kurdan dike. Ev xefleta rêveberiya Başûrê Kurdistanê ji mirinê jî xerabtir e. em xeteriyê dibînin. Divê gelê Başûrê Kurdistanê jî vê bibîne. Lê belê hikumeta Başûrê Kurdistanê hê jî wan weke dost dibîne. Yekî dijminê xwişk-birayê te be, wê çawa bibe dostê te? Lazim e ji vê xefletê hişyar bin. Wê dijminatiyê li Rojava bikin, li Şengalê bikin, li Bakurê Kurdistanê bikin û piştre bibe dostê te! Pêwîste gelê Kurd êdî rastiyê bibîne."