Di navbera Ermenistan û Azebaycanê de şerekî nû dest pê kir

Di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li Karabaxê şerekî nû dest pê kir. Ermenistanê seferberî û rêbeberiya awarte ragihand.

Li Karabaxê ku Ermenistan li pişt e, şer dest pê kir. Artêşa Azerbaycanê li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kir û bombe li paytexta herêmê barand. Şêniyên paytextê jî ketin stargehan.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşiniyan li ser Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir, "Li Ermenistanê rewşa awarte û seferberî hatiye ragihandin. Bang li personelan hemûyan kir ku serî li qereqolên leşkerî bidin."

Serokwezîr her wiha gel vexwend "amadebûna ji bo parastina welatê pîroz" û diyar kir, "Bi biryardarî dewleta me, artêşa me biparêzin (...) û em ê bi ser bikevin."

Serokatiya Karabaxê jî serê sibehê rewşa awarte ragihand û ji bo mirovên di ser 18 salî re seferberî ragihand.

Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li televîzyonê soza "serkertinê" da û got, "Doza me adîl e û em ê bi ser bikevin."

Li Karabaxê di şer de hem sivîl hem jî leşker tên kuştin.

Serokkomariya Azerbaycanê got, "Hate ragihandin ku ji sivîlan û leşkeran mirî û birîndar hene."

Rayedarên Karabaxê jî diyar kirin ku ji nava sivîlên li herêmê windahî hene.

Rayedarekî ji Wezareta Parastinê ya Ermenistanê diyar kir ku jinek û zarokek li herêmê jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniyê 2 helîkopterên Azerbaycanê hatine xistin. Azerbaycanê jî qebûl kir ku tenê helîkoptereke wan hatiye xistin.

Rûsya ku di navbera her du welatan de mîna 'hakem' e, xwest ku şer tavilê bê rawestandin. Tirkiye ku bi daxuyaniyên xwe şer sor dike û bi şandina komên çete yên ber bi Azerbaycanê ve balê dikişîne ser xwe, hewl dide bi rola 'hakem' tevbigere.

ŞERÊ KU JI SALÊN 1990'Î VE DEWAM DIKE

Ermenistan û Azerbaycan ji destpêka salên 1990'î ve li ser herêma Karabax a Çiyayî şer dikin ku piraniya şêniyên wê herêmê Ermen in. Vê herêmê sala 1991'ê bi piştgiriya Ermenistanê bi rengekî yekalî serxwebûna xwe ragihand. Di şerê bi Azerbaycanê re derdora 30 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Şer sala 1994'an bi agirbestê bi encam bû.

DEWLETA TIRK BI SEDAN ÇETE ŞAND

Ev şerê dawî piştî wê yekê hate xwarin ku dewleta Tirk li dijî Ermenistanê gelek çete şand Azerbaycanê. Herî dawî sibeha 22'ê Îlonê 50 çete ji Efrîn a dagirkerî şandibû Azerbaycanê. Her wiha ji bo hin komên din jî bişîne ketibû nava liv û tevgerê. Çavkaniyên xweihî radigihînin ku heta niha bi sedan çete ber bi Azerbaycanê ve hatin şandin. Di navbera salên 1915-1916'an de 1.5 milyon Ermen ji aliyê rêveberiya Tirkiyeyê ya wê demê ve hatibûn qirkirin. Dewleta Tirk hîn jî qirkirinê înkar dike.