Di nava mehekê de 913 malbat li Şengalê vegeriyan -NÛ BÛ

Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku meha Hezîranê 913 malbat vegeriyane warê xwe.

Li gel êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê, vegera Şengaliyan a li warê xwe vê dema dawiyê zêde dibe.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo pêşwazîkirina koçberan 15'ê Gulana 2020'an komîsyonek ava kir.

Komîsyonê têkildarî karê xwe yê meha Hezîranê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîsyon ji saziyên rêveberiyê û ewlekariyê yên Şengalê pêk tê û bi karê pêşwazîkirina koçberan, afirandina şert û mercên vegerê tevgeriya ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, beşek ji malên şêniyên herêmê hatine rûxandin û li hin herêmên Şengalê binesaziya av û eletkrîkê ji ber şer hatine rûxandin û wan jî hewl dane xizmetguzariyê li wan herêman bikin.

Her wiha ji ber nebûna derfetên koçberên vedigerin, wan bi balhilgirên şaredariyê alîkariya veguhastina malê şêniyan kirine, malên wan paqij kirine û ew li malan bi cih kirine.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê, di nava mehekê de 913 malbatên Şengalî yên li kampên Başûrê Kurdistanê vegeriyane gund û navçeyên Şengalê û vegera wan rojane dewam dike.

Komîsyona Pêşwazîkirina Koçberan a Şengalê di dawiyê de bang li Şengaliyên li kampan kir ku vegerin ser xaka xwe û xwedî li Şengalê derkevin.