Dewleta Tirk û çeteyên wê li Şehbayê hatin protestokirin

Bi meşekê ya li Şehbayê hate kirin gelê Efrînê sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî jinan şermezar kirin.

Bertekên gel ên li dijî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zêde dibin. Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê daketin qadan û sûcên hêzên dagirker ên li dijî jinan şermezar kirin.

Şêniyên ku ji tevahî gund û navçeyên Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê li pêşiya nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê kom bûn, wêneyên jinên ku li dijî wan sûc hatine kirina, wêneyên şehîdan, pankartên bi nivîsên "Ji guhertina demografî re na, kanî edaleta we" û "Ma hûn qîrîna jinên Efrînê nabihîzin" vekirin.

Di wê navberê de dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê berz kirin.

Meş li nêzî kampa Berxwedan rawestiya û veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz ji bo bîranîna şehîdan hate girtin. Piştre Hevseroka Meclîsa Rêveber a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî. Şîraz sûcên çeteyên dewleta Tirk ên li dijî jinan şeremzar kirin û got, ev sûc îradeya jinê naşkîne ya ku serkêşiya şoreşa Rojava dike.

Şîraz bal kişand ser destwerdana Tirkiyê li Sûriyê û got: "Ev hewldan ji bo berfirehkirina hêzên di bin dagirkeriya xwe de ye Tirkiyê aloziyê gûrtir dike, çareseriyê naxwaze, çeteyan ji bo pêkanîna planên xwe bi kar tîne."

Şîraz Hemo anî ziman ku wê hewldanên Tirkiyê negihêjin serî û wiha domadn: "Em li vir di çarçoveya xaka kantona Efrînê de li ber xwe didin. Ev berxwedan wê biser bikeve, ji ber ku em xwediyê vê axê ne em mafdar in."

Endama Rêveber a Kongreya Star a Kantona Efrînê Newroz Haşim bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê şermezar kirin û got, bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî sûcên li dijî jinên Efrînê tê wateya ku destur didin çeteyan da ku bê terdud û bêyî ku kes hesab ji wan bixwaze, sûcên xwe dewam bikin.

Mîtîng bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirian dagirkeran, banga derxistina wan ji Efrînê û hesbxwetina ji wan bi dawî bû.