Dewleta Tirk nahêle Çemê Firatê biherike Rojava

Dewleta Tirk li pêşiya herikîna Çemê Firatê dibe asteng ku neherike Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Gelê herêmê ji ber vê yekê di rewşeke metirsîdar de ye.

Dewleta Tirk Çemê Firatê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çekekê bi kar tîne. Ji ber ku rêjeya ava ber bi herêmê ve diherike kêm kiriye, li bendavan elektrîk nikare bê hilberandin û zevî nikarin bên avdan.

Li gorî peymana sala 1977'an a navbera hikumeta Sûriyeyê û dewleta Tirk, divê ji Çemê Firatê di kêliyekê de 500 metrekup av ber bi Sûriyeyê ve bê berdan, lê belê ev rêje niha 150 metrekupe .

'WÊ PÊVAJOYEKE METIRSÎDAR RÛ BIDE'

Bendava Tişrînê mezintirîn bendava li Sûriyeyê ye. Midûrê bendavê Mihemed Tarbûş diyar kir ku eger dewleta Tirk bi vî rengî li pêşiya herikîna ava Çemê Firatê bibe asteng wê gelê herêmê bikeve pêvajoyeke zor û zehmet. Tarbûş bi bîr xist ku ew elektrîkê ji enerjiya avê bi dest dixin û got, "Ji ber ku rêjeya ava ji Tirkiyeyê tê kêm bûye, bendav dibe ku bikeve rewşeke metirsîdar. Eger bi vî rengî bidome di nava du mehan de dibe ku pêvajoyeke zehmet dest pê bike."

Rêxistina bi navê "Human Rîghts Watch" jî raporek weşand û diyar kir ku Tirkiye li pêşiya ava li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê asteng e, dibe sedema rewşeke metirsîdar.