'Dewleta Tirk li Kerkûkê komên çekdar ava kirine'

Wekîlê Parlamentoya Iraqê yê YNK’ê Şiwan Dawidî got dewleta Tirk li Kerkûkê komên çekdar ava dike û wan perwerde dike. Berê jî li Kerkûkê dema ku endamekî çete hatibû kuştin, alaya Tirk il ser derketibû.

Wekîlê Parlamentoya Iraqê, yê YNK’ê Şiwan Dawidî ji Rojnewsê re axivî û got koma çekdar ji hêla Eniya Tirkmen ve hatiye avakirin. Hate gotin komên çekdar rasterast ji hêla dewleta Tirk ve têne perwerdekirin. Dawidî diyar kir ku ev salek û nîv e komên çekdar hatine avakirin û hewcehiyên wan ên maddî dewleta Tirk dide.

Dawidî got ‘’Piştî ku me agahî bi rayedaran re par ve kir, duh Berdevkê Hikûmeta Iraqê diyar kir ku haya wan ji hêzeke wiha tine.’’

Dawidî xwest ku Wezareta Navxwe ya Iraqê û Wezareta Berevaniyê lêpirsîna vê bike û pêşî li hêzeke wiha bigire.

‘JI BO KERKÛKÊ TALOKE YE’

Dawidî got hêzeke wiha ku ne li gorî yasayên Iraqê hatiye avakirin, ji bo Kerkûkê taloke ye.

Dawidî her wiha diyar kir ku hêz dixwazin bi vê koma çekdar hêzeke mîna Heşdî Şebî ava bikin.

LI SER ÇETE ALYA TIRK DERKETIBÛ

Piştî 16’ê Cotmeha 2017’an Kerkûk hatî dagirkini li herêmê gelek komên çet derketin û gelekên ji van bi ser dewleta Tirk ve ne. Li Kerûkê di şerekî de li ser çeteye ku hatî kuştin alaya Tirk derketibû.