Dewleta Tirk Efrîniyê 80 salî revand û qetil kir

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li Efrînê Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî 9’ê Hezîranê revandibû qetil kir.

Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê kesê bi navê Arif Ebdo Xelîl ê 80’ê salî ji aliyê koma çete ya bi navê Sûltan Mûrat ve 9’ê Hezîranê li gundê Qizilpaşa ya Bilbil a Efrînê hatiye revandin.

Cenazeyê Arif 10’ê Hezîranê roja Çarşemê li gundê Meydankê ya navçeya Şera hate dîtin.

Hate ragihandin ku li ser cenaze şopên êşkencê hebûn, rêjeyek pere yê Arif jî hatiye dizîn.

Arif Ebdo Xelîl ê ji aliyê derdor ve weke ‘Arif Xatûnê’ dihate nasîn, nedikarî bimeşe, ji ber temenê xwe gelek nexweşiyên wî hebûn.

Heman koma çete ya girêdayî Tirkiyeyê 23’yê Gulanê zaroka keç a Melek Nebî Xelîl (16) revandibû û cenazeyê wê 5’ê Hezîranê li gundê Firiziye ya Ezazê hate dîtin.

Efrîn û herêma derdorî wê ji Adara 2018’an û vir ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye. Li herêmê bi awayekî sîstematîk sûc tên kirin, malên gel tên dizîn, çavkaniyên jiyanê tên talankirin.

9’ê Hezîranê li gundê Raco yê Mabata, 8 sivîl ji aliyê hêzên girêdayî dewleta Tirk ve hatibûn revandin û ji malbat û xizmên wan fîdye xwestibûn.