Dewleta Tirk demografiya Efrînê diguherîne
Li Efrîn a ku êrîşên qirker û dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê lê dom dike, ji bo guhertina demografiya wê, çeteyên ji Yelda, Beyt Sehîm û deverên din ên Herêma Şamê anîn, li Efrînê bicih dikin.

Artêşa Tirk a guhertina demografî ya Efrînê didomîne. Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê li Efrînê tên bicihkirin.
Di derbarê mijarê de, Malpera Çavkaniya Mafên Mirovan a Sûrî (Mersed) ragihand ku îro komeke din ji komên çete û malbatên wan ên li bajarokên Yelda, Beyt Sehim û herêmên ên dikevin başûrê Şamê bi cih dibûn, ber bi Kantona Efrînê ve hatin rêkirin û li şûna gelê Efrînê hatin bicihkirin.
Mala çavdêriyê anî ziman ku komak ber bi Efrînê ve hat rêkirin ji hezar û 370 kesan pêk dihat. Her wiha tê payîn ku wê îro komeke din ji çeteyên li bakurê Şamê bi cih dibin jî ber bi Efrînê ve bê rêkirin.