Dewleta Tirk bombeyan li gundan dibarîne

Dewleta Tirk a ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê ya li dijî Heftanînê didomîne, ji bo gundî koçber bibin bombeyan li gundan dibarîne.

Dewleta Tirk a ji 16’ê Hezîranê ve êrîşên xwe yên dagirkeriya li ser Heftanînê didomîne û îdîa dike ku qadên gerîla bombe dike, li Başûrê Kurdistanê herêmên jîngehên sivîlan bombe dike. Gundê Bêrsîvê yê girêdayî Zaxo ya ji ber rewşa xaka başûr xwedî statûyekê ye, berî çend rojan balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe kirin.

Welatiyên gundê Bêrsîvê bi van gotinan nerazîbûna xwe ya ji ber êrîşan vegotin; “Li vir PKK nîne, em li vir in. Dewleta Tirk ne tenê dixwaze gerîla dixwaze me tevan bikuje. Bi rojane bombeyan li me û deverên gerîlayan dibarînin. Li gund welatiyên sivîl hene. Wisa diyar e ku Hikûmeta Başûr xaka me firotiya Tirkiye. Ziyan gihiştiye bax û baxçeyên em, dîsa lawirên me telef bûne. Li nava baxçeyên me rê çêdikin. Ji ber vê rewşê em bi fikar in, metirsîdar in. Hikûmeta Başûr çavê xwe girtiye. Em dev ji gundê xwe bernadin.”