Destpêkê ji helîkopterê avêtin, piştre jî bi zorê birin nexweşxaneya leşkerî

Osman Şîban ku li Wanê piştî hate destgîrkirin ji helîkopterê hate avêtin, serê sibehê ji aliyê polîsan ve ji mala xwe hate wergirtin û bi zorê birin nexweşxaneya leşkerî.

Hêzên dewletê yên Tirk ku li navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kir, 11'ê Îlonê Osman Şîban û Servet Tûrgût destgîr kirin û piştî 2 rojan bi rapora nexweşaxneyê eşkere bû ku bavê 8 zarokan Osman Şîban ê 50 salî ji helîkopterê hatiye avêtin. Polîsên Tirk îro jî avêtin ser mala Şîban.

Li gorî agahiyan, polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê Şîban birine nexweşxaneya leşkerî. Nayê zanîn ku têkildarî Şîban biryara destgîrkirinê heye yan na.

Şîban ku ji ber êşkenceya lê hatiye kirin tişt nayên bîra wî, hîn îfadeya wî li ser bûyerê nehatiye girtin.