Dermanê hemû nexweşiyan: Tûreşk

Serkan Aslan ku dimsa tûreşkan çêdike diyar kir ku Tûreşk ji gelek aliyan ve bi feyde ye û got, "Li dijî pençeşerê, nexweşiyên firîşkê (mîde), pêşîlêgirtina pîrbûna pêşwext çend heb ji sûdewariyên tûreşkê ne."

Di tûreşkê de şekir, asîtên organîk, musîlaj, tanen, madena boyaxê, pektîn û vîtamîna C’yê hene û tê pêşniryarkirin ku dims, xweşav û rêçala wê di tedawiya nexweşiyên dil de bên bikaranîn. Serkan Aslan tîne ziman ku di tedawiya firîşk û rûviyan de gelek sûdewar e û got, "Ji hilberîna wê ya li baxçeyê xwe bigirin heta guvaştina wê, dims, jê çêkirina ava fêkî û heta firotina wê hemû karan em bi xwe bi awayekî xwezayî dikin."

'ENERJIYÊ DIDE'

Aslanê ku li Balikesîrê van tûreşkan hildiberînin û tîne li gelek bajaran destpêkê didin nasîn û paşê jî difiroşin, anî ziman, "Tûreşkên ku em li warê xwe berhev dikin, didin presê û ava wê derdixin. Paşê ji wê ava wê dims û vexwarinên xwezayî çêdikin. Ev dims li dijî pençeşêrê dil diparêze, nexweşiyên firîşkê baş dike û pêşî li kalbûna pêşwext digire. Enerjiyê dide laş û nahêle ku mirov ji hêzê bikeve. Ji bo wê em pêşniyar dikin ku bi taybet mehên zivistanê bê bikaranîn."

'DERMANÊ KULBÛNA QIRIKÊ YE'

Aslan dibêje, "Ji hêla tenduristiyê ve gelek feydeyên tûreşkê hene. Ji bo nexweşiya guatir baş e. Tûreşk di heman demê de xwînê çêdike. Bezê gurçikan xurt dike. Ji bo nexweşiyên werimîna qirikê, nexweşiyên sorik û gulikê baş e. Firîşk û rûviyan xurt dike. Gurçikê diparêze. Nahêle pidûyên diranan biwerimin û kêmê bigirin. Li hemberî sermagirtinê berxwedêriya laş diparêze."