Dêrikê û Kampa Newrozê Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê şermezar kirin

Gelê Dêrikê û Kampa Newrozê Komploya Navdewletî ya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û sond xwarin ku heta azadiya Ocalan ew têbikoşin.

Gelê Dêrikê ya Kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina Komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin kolanan. Girseya gel ber bi Qada Azadî ya bajarê Dêrikê ve herîkin.

Gel dema ku dimeşiya hêrsa xwe li dijî Komploya 9’ê Cotmehê bi dirûşmên wekee ‘’Bijî Berxwedana Îmraliyê, Bê Serok jiyan nabe, azadia Rêber Apo azadiya me ye’ berz kirin.

Di meşê de Rêveberê PYD`ê yê herêma Dêrikê Teliet Yûnis axivî û komploya navdewletî ya li dijî Ocalan şermezar kir.

Li ser navê Rêvebeberiya PYD’ê Telîet Yûnis axivî. Telîet komploya li ser Ocalan şermezar kir û got ji komployê armanc ew e ku vîna gelê Kurd bişkînin lê ‘koploya navdewletî têk çûye, vîna gelê Kurd bi ser ketiye’’

Her wiha gelê Kampa Newrozê jî komploya navdewletî şermezar kir û sond xwarin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Îmraliyê were derxistin.

Meş bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Ocalan’ qediya.