Demokratên Xiristiyan: Divê dagirkeriya Tirk neyê jibîrkirin

Parlamenterê Partiya Xiristiyan a Swêdê Lars Adaktusson got ji bo ku dagirkeriya Tirk a li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê neyê jibîrkirin, divê  Swêd û Yekîtiya Ewropayê mijarê tim di rojevê de bihêle.

Adaktusson ku bi peywira Parlamenteriyê ya Ewropayê ya Demokratên Xiristiyan a Swêdê radibe, gelek caran çûye Iraqê û Başûrê Kurdistanê û bi nûnerên Asûr-Sûryan û Kurdan re hev dîtiye. Zext û êrîşên li ser Asûr-Sûryan, Êzîd û kêmarên din aniye rojeva Parlamentoya Swêd û medyayê.

Adaktutsson beriya bi çendekê pêşniyarnameyeke nivîskî da parlamentoyê û bal kişande ser zexta liser kêmarên Asûr-Sûryanan ên li Başûrê Kurdistanê û her wiha ji bo xweseriya Asûr-Sûryanan wer naskirin li Swêdê kêfaret kir.

DAGIRKERIYA TIRK JI BO HEMÛ HERÊMÊ TALOKE YE

Adaktusson ku ji ANF'ê re axivî bal kişande ser dagirkeriya Tİrkiyê û got, ''Piştî dagirkeriyê bêgav man ku xaka xwe berdin. Fikar tê kirin ku Tirkiye li herêmê mayinde bibe û avaniya demografîk biguhere. Ev ê ziyanê bide hemû herêmê.''

Adaktusson bi berdewamî got, ''Rîsk heye ku dagirkerî û êrîşên wiha werin jibîrkirin. Destpêkê dagirkerî li cîhanê û li Swêdê jî hate nîqaşkirin. Swêd jî di nav de gelek hikûmetan dagirkerî şermezar kir. Lê tiştên ku bûne divê em ji bîr nekin. Divê tim em di rojevê de bihêlin. Ez bi wê fikarê me ku dagirkerî û êrîşên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyê were jibîrkirin. Ev ê ji bo herêmê rê li encamên biziyan veke. Ez bawer dikim ku hikûmeta Swêd wê  mijarê bîne Yekîtiya Parlamentoyê û encamên ku êrîşên Tirkiyê bi xwe re anîne zindî bihêle.''

PAQIJIYA ETNÎK TÊ KIRIN

Adaktusson her wiha bal kişande ser komkujiya DAÎŞ'ê 2014'a a  li ser Asûr-Sûryan û Êzîdiyan û got, 2014'an ji 500 hezar kesê ku ji bêgavî koç kirî beşek jê piştî têkçûna DAÎŞ'ê vegeriya lê di avakirina jiyana nû de bi zor û zehmetiyan dijîn.

Adaktusson got ji bo avakirina herêma ku DAÎŞ'ê xira kirî alîkariya cîhanê kêm e, Asûr-Sûryan xwe ewle nabînin û got, ''Ji ber vê hinek newêrin vegerin malên xwe. A girîngtir ne diyar e bê ka herêm wê çawa were rêvebrini. Dema ku mirov van hemû faktoran tîne cem hev, ên ku koçî deverên din ên Iraqê û Ewropayê kirne li ser mijara vegerê dudilî ne.''

Adaktusson her wiha got li herêmê paqijiya etnîk heye û domand, ''Li herêmê guherîna demografîk dibe. Ez bi destûra rejîma Bexdayê  bi lez û bez dibe. Pirsgirêkek e ku Îran li wê herêmê xurt dibe. Hêzeke milîs ya ku ji 60-70 hezar kesî pêk tê û rejîma Îranê wan fînanse dike li Mûsilê ya ku Asûr-Sûryan lê dijîn û li Deşta Nînovayê têne bicihkirin.  Ji ber vê Asûr-Sûryan xwe ewle nabînin.''

'DIVÊ HERÊMEKE XWESER ÇÊBIBE'

Adaktusson got têkiliya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê û pêşmergeyên pê ve girêdayî bi Asûr-Sûryanan re ne baş e û got ''Hikûmeta Iraqê li Deşta Nînovayê ji bo Asûr-Sûryanan herêmeke xweser çêbike ev ê dahatuya gelan mîsoger bike û sinyaleke baş bide cîhanê.''