Demîrtaş mal û milkên xwe eşkere kir

Namzetê HDP’ê yê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş, ji beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê hebûna mal û milkê xwe eşkere kir.

Namzetê Serokkomiyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş li ser hesabê twîtterê xwe yê fermî mal û milkê xwe eşkere kir.

Demîrtaş li ser hesabê xwe yê fermî li gel dîplomaya xwe hebûna mal û milkê xwe bi vî rengî rêz kir:

“Avahiyek hêjayî 300 hezar TL.

Otomobîla modela wê 2013’an a hêjayî 55 hezar TL.

Bi sedan pirtûk, bi hezaran name

Li gel dîplomeyekê”

HEBÛNA MAL Û MILK YA SALA 2015’AN

Demîrtaş ji bo hilbijartina serokkomariya beriya vê jî wiha hebûna mal û milkê xwe eşkere kiribû.

“Avahiyeke bi nirxê 280 hezar TL ku li navçeya Peyîzava ya navenda Amedê, wesayîta bi marqeya Audî ya hêjayî 155 hezar TL ku 3’yê Kanûna 2012’an kirî, dîsa wesyîta bi marqeya Skod ku hêjayî 55 hezar TL ku 21’ê Gulana 2013’an kiriye.