Demîrtaş: Gelê Kurd rastiya AKP'ê dît

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş got, Kurdan rastiya AKP'ê dîtine û diyar kir, Erdogan ji zûdeyî têk diçe.

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rêya parêzerên xwe bersiv da pirsên televîzyona hevpar a Fransî-Elmanî ARTE.

Li ser sedema biryara hilbijartina pêşwext Demîrtaş got, "Krediya AKP û Erdogan a li nava gel roj bi roj kêm dibe. Lê belê yek ji sedemên bingehîn ên wergirtina vê biryarê, nîşaneyên metirsiyê yên rewşa aborî ye. Hûn jî zanin, bi vê hilbijartinê re sîstemek tê guhertin. Berî ku aborî têk biçe, Erdogan dixwaze weke Serokkomarekî bi erkên zêde yên sîstema nû were hilbijartin û welêt bi temamî kontrol bike."

'KURDAN ÊDÎ RASTIYA AKP'Ê DÎTIN'

Ji bo pirsa "Gelo hûn ji xwe bawer in ku ji piraniya dengdêrên Kurd deng bigirin?" Demîrtaş ev bersiv da:

"Belê em ê ji wan bigirin, ne tenê ji Kurdan em ê ji hemû beşên din ên civakê jî bigirin. Ji ber ku civak ji AKP'ê qut dibe. Bi taybetî, piştî tecrûbeyên gelekî giran û dilşewat, Kurdan rastiya AKP'ê dîtin. AKP ku bi tifaqa bi partiyeke nîjadperest re tevlî hilbijartinê bûye, piştgiriya Kurdan ji dest daye. Em ê vê rastiyê roja 24'ê Hezîranê di sindoqên dengan de bibînin. Lê belê pêkanîna hilbijartinê di nava şert û mercên Rewşa Awarte de, her wiha biryara guhertina cihê dengdanê bi taybetî li bajarên Kurdan, nîşan didin ku AKP dixwaze ji niha ve encamên hilbijartinê li gorî xwe diyar bike. HDP û partiyên din ên mûxalefetê, ji bo parastina sindoqên dengdanê wê teqez tevdîran bigirin û îradeya dengdêran ewle bikin."

EGER ENCAM JI TÛRA DUYEMÎN RE BIMÎNE

Pirsa "Eger encamên hilbijartinê ji tûra duyemîn re bimîne, hûn ê banga tifaqê li partiyên din ên mûxalefetê bikin an na?" jê hate pirsîn û Demîrtaş jî ev bersiv da: "Gava ku dema wê hat em ê li ser bifikirin. Pêwendiya xwe bi encamên tûra yekemîn re heye. Lê belê di çarçoveya pîvanên me de her dengê ji me re bê dayin, ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û biserketina aştiyê, em ê di tûra yekemîn an jî duyemîn de veguherînin siyasetê."

'ERDOGAN ZÛDEYÎ TÊK ÇÛYE'

Namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Demîrtaş herî dawî ji bo pirsa "Gelo di hilbijartinê de Serokkomar Erdogan dikare têk biçe? Eger winda bike wê qebûl bike ku ji desthilatdariyê dayê xwarê?" ev bersiv da:

"Erdogan di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de wiha kir, lê encam qebûl nekir û biryar da ku hilbijartin ji nû ve were kirin. Ya rast di referandûma 16'ê Nîsana 2016'an de jî winda kiribû, lê belê bi destê Desteya Hilbijartinê ya Bilind bi zorê 'bi ser ket'. Yanî Erdogan ji zûdeyî winda dike. Lê dike nake nikare vê qebûl bike. Dema wî qediya ye. Hilbijartina bê kirin ne ew hilbijartin e ku hurmetê nîşanî encamên wê nede. Ew jî bi vê zane û bi dîtina min wê hurmetê nîşan bide."