Demîrtaş: Erdogan sendorama Efrînê dijî

Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK'ê Nûrettîn Demîrtaş diyarkir ku hêzên komplo li dijî Ocalan pêk anîn îro di şexsê Efrînê de Kurdan dikin hedef..

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê Nûrettîn Demîrtaş komploya li ser Rêberê Gelê Kurd ku bi destê hêzên navnetewî pêk hat, şermezar kir. Demîrtaş diyar kir ku hêzên komploger niha jî di ser Efrînê de Kurdan dikin hedef û got, dewleta Tirk li gel ku teknîkeke pêşketî di dest wan de ye jî nikarin bi pêş ve biçin û Erdogan sendorama Efrînê dijî.

Endamê Komîteya Perwerdehiyê yê PKK’ê sala 19’an a Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên dagirker ên ser Efrînê ji ajansa me re nirxand. Demîrtaş got komploya 15’ê Sibatê di serî de DYA, Ingiltere û Israîl ji hêla gelek hêzên navdewletî ve hate kirin û got tenê rola qerdiyaniyê dane Tirkiyê. Demîrtaş diyar kir ku dîkatoriya Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ji hêla hêzên navdewletî ve tê geşkirin û tê xwestin ku vê komployê millî bikin û Erogan ji rola qerdiyan derdikeve di vê komployê de dixwaze bibe aktorê sereke. Demîrtaş got êrîşa li ser Efrînê jî bi vê wateyê ye. Demîrtaş hêzên ku di nav komploya navdewletî de cih girtine şermezar kir û şehîdên ku bi dirûşma ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dijî komployê bedana xwe kirin gilokek ji êgir bi bîr anî.

GELÊ EFRÎNÊ: ERDOGAN EM Ê TE NEXIN EFRÎNÊ

Demîrtaş diyar kir Erdogan ê ku mîrata gemarî ya komployê dewr standî bi êrîşên dagirker û qirker ên ser Efrînê dixwaze vê komloyê bidomîne û got Erdogan hebûna Kurdan dike hedef û dixwaze şoreşa Rojava tasfiye bike. Demîrtaş sivîl û şervanên azadiyê yên ku di berxwedana dijî êrîşên dagirker de şehîd bûne bi bîr anî û got ew berxwedaniya hêzên YPG-YPJ’ê û gelê Efrînê ya li dijî dîktatoriya Erdogan, AKP slav dike. Demîrtaş got li dijî faşîzma Tirkiyê ya bi şexsê Erdogan, Baxçelî û Kiliçdaroglu bersiva herî xurt ji Efrînê tê û got, ‘’Li Efrînê li dijî faşîzmê şerê mezin ê vîn û rûmetê heye. Divê dîktatoriya faşîst a AKP-Erdogan baş zanibin ku çawa ku li dijî komploya navnetewî Rêber Apo, PKK, gelê Kurd û dostên wan li ber xwe dabin û komplo pûç kiribin niha jî i Efrînê bi heman vînê û têkoşînê hêzên dagirker, mêtinger û komploger wê werin şikandin. Gelê Efrînê bi rengekî zelal dibêje, ‘Erdogan em ê nehêlin ku tu têkevî Efrînê’. Heke civekek vê bibêje hêzên dagirker ji niha ve têk çûne. Gelê Efrînê ji 7 salî heta bi 70 salî wê bi ser bikevin.’’

 ‘ÊN KU DIGOTIN DI 3 SAETAN DE EM Ê BISTÎNININ RASTÎ LI BERXWEDANA BIRÛMET A GELÊ EFRÎNÊ HATIN’

Demîrtaş diyar kir ku hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a bi ser Efrînê de bi têkçûnê bi encam bûye û got faşîzma AKP-Erdogan li Efrînê rastî li berxwedaniya herî mezin a sedsala 21’ê hatiye. Demîrtaş got faşîzma AKP-Erdogan li gel ku teknîka herî pêş ketî bi kar tîne jî bi pêş ve neçûye û got, ‘’Xwedêgiravî di 3 saetan de, di 3 rojan de wê her dever bistandana. Ka çi bû? Hatin li berxwedana birûmet a gelê Efrînê ketin û ji hev tertûbelav bûn. Sendroma Efrînê dijîn.’’ Demîrtaş got êrşa dagirker a li ser Efrînê dijminatiya Kurdan û Tevgera Azadiya  Kurdan e û Efrîn heta niha ti cfaran ji bo Tirkiyê nebûye gefek. Demîrtaş Efrîn weke giraveke aştî û azadiyê bi nav kir û got divê gelê Tirk ji derewên faşîzma AKP/Erdogan bawer neke.

TIRKIYE LI EFRÎNÊ SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE

Demîrtaş got êrîşên li ser Efrînê ne ji bo parastina ‘beka’ya Tirkiyê ye lê ji bo parastina qoltixên Erdogan û Bahçelî ye, di êrîşên dagirker de bi sedan zarok û jin hatine kuştin û wiha domand: ‘’ Faşîzma Erdogan-AKP ku ti encam ji êrîşên dagirker nestand li qadên jiyanê ya gelê Efrînê dixe. Faşîzm tam jî li gorî karekterê xwe diçe. Dikuje, talan dike, dişewitîne kavil dike. Di serî de rêxistinên mafê mirovan ên navnetewî, hemû mirovahî li dijî êrîşên dagirker ên ser Efrînê, li dijî komkujiya faşîzma AKP-Erdogan divê bibêjin êdî bes e. Li dijî vê divê mirovahiyê tevbigere. Dewleta Tİrk li Efrînê gelek sûcê mirovahiyê dike ku di dîrokê de qet wê neyê jibîrkirin.’’

 ‘DIVÊ GEL ZAROKÊN XWE NEŞÎNIN MIRINÊ’

Demîrtaş got rejîmên faşîst di dîrokê de ti caran bi sendoq û hilbijartinê neçûne û got li dijî rejîmên faşîst her cure têkoşîn rewa ye û got, li Rojava, li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîneke mezin heye, hêzên azadiya Kurdistanê derbên giran li faşîzma qirqer a Erdogan dixin û hêviyê, azweriya têkoşînê dide gelan. Demîrtaş wiha bang li gelên Tirkiyê kir: ‘’Divê neyê ji bîrkirin ku Kurd ne yên berê ne. Niha bi berxwedanê standina encamê jiher demê pêkantir e. Pêdivî bi gaveke dawî heye ku faşîzmê hilweşîne. Gelên Tirkiyê li dijî cenazeyên ku diçine çar hêlên Tirkiyê divê dawî li bêdengiya xwe bînin, li dijî faşîzma AKP/Erdogan û MHP’ê û destekvanê wan Kiliçdaroglu divê rabin ser piyan. Divê gel zarokên xwe neşînin mirinê. Ji niha ve gelek endamên artêşê hene ku dibêjin, ‘Em amade ne ji bo Erdogan bimirin’. Xweziya Erdogan wê di gewriya wî de bimîne û weke Sedam wê hesab bide. Kurdên hevkar jî dibêjin ji bo ku desteka dane Kurdan poşman bûne. Tê zanîn di nav CHP’ê de hin mirovên paqij li dijî vî şerî ne. Ên li dijî şer, ên ku dixwazin bi Kurdan re bi aştî bijîn, ên ku dixwazin bi Kurdan re bibi ncîran ne bi DAÎŞ’ê re divê dev ji rêveberiya Kiliçdaroglu biqerin.’’

PÎROZBAHIYA LI HDP’Ê

Demîrtaş kongreya HDP’ê ya ku beriya bi demekê pêk hat û beşdarên wê slav kir û Hevserokê nû yên HDP’ê jî pîroz kir. Demîrtaş got, ‘’Gelê me yê ku li dijî komploya 15’ê Sibatê bedana xwe kir gilokek ji êgir û barîkat li dijî faşîzma AKP-Erdogan jî bi heman rih, hiş, vîn û biryardariyê ye’’. Demîrtaş bi domdarî got: ‘’Gelên me bi heman hişmendiyê rêxistinî dibin. Kongreya HDP’ê li dijî hemû zextên faşîzan ên sedsala 21’ê li navenda Enqerê bi tevlêbûna bi deh hezaran mirovî bi rih û berxwedaniyeke mezin kongreya xwe pêk anî. Kongreya HDP’ê dibe temsîla şîara ‘Em hene, em ê hebin û em ê bi ser bikevin’. Em Kongreya HDP’ê weke desteka li berxwedana Efrînê dibînin. HDP ji gelan re bûye hêviyeke mezintir. HDP nîşan daye ku ji niha û pê de wê tenê di rewşa parastinê de be lê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de bibe xwedî pozîsyona pêngavan.’’

ÇÛKÊN KU ÇÛNE WÊ VEGERIN’

Demîrtaş got ji mêj ve ye gelek derdor ji bo ku ji faşîzma AKP-MHP’ê hesab bipirsin ji bo eniya demokratîk nîqaşan dikin û got ev nîqaş di çalakiy,ên dijî dagirkkirina Efrînê de dibe ku bi gewde bibin. Demîrtaş got hêzên demokratîk di eniyekê de rêxistinî dibin û got, ‘’Bi esasî rêya têkbirina faşîzmê rigê Kobanê û Efrînê ye. Kobanê li dijî faşîzma DAÎŞ’ê berxwedaniya şoreşger a radikal diyar kiriye û Kobanê bûye navenda bala hemû cîhanê. Her wiha îro jî li Efrînê li dijî dîktatoriya faşîsta Erdogan /AKP’ê helwesteke nû diyar kiriye. Li Efrînê vîna însên teknîkê li bin guhê hev dixe û nirxên nû li mewziyên mirovahiyê zêde dike. Ango bi navê parastina Kobanê û Efrînê rihekî berxwedanê dikare were avakirin û faşîzm zûtir were hilweşandin. Em di demeke wiha de ne ku an serfirazî an serfirazî ye. Wêrekî, moral û rihê Efrînê wê faşîzmê têk bibe. Demokrasî û azadî wê bi ser bikeve û çûkên ku çûne wê vegerin. Ango êdî ne dema gotinan, dema çalakiyên radîkal û têkoşînê ye..’’