Delal Amed!

Di serî de jinên Amedê, tevahiya jinên Kurd wê bidin ser şopa Delal Amed. Nexasim jî dilê keçên Kurd wê ji niha û pê ve mîna yê Delal Amed bi awayekî fedaî lêxe. Ew ê mîna Delal Amed evîndarên welat û xelkê xwe bin. 

Ji fermandarên HPG û YJA Starê, Delal Amed, li Botanê jiyana xwe ji dest da. Keça Kurd a Amedê Hulya Eroglu (Delal Amed) li nav gerîla, di demeke kurt de bûbû fermandar, di nava van deh salên dawiyê de di fermandariya payebilind a HPG´ê û YJA Starê cihê xwe girt. Ev rewş asta herî jor a bipêşketina jina Kurd îfade dike. Delal Amed hem fermandara jin a payebilind a HPG’ê ye û hem jî di asta jor a birêveberiya PKK´ê di komîteya rêveber de jî cihê xwe girt. Di Partiya Azadiya Jinê PAJK’ê de bi berpirsiyariya rêveberiyê rabûye. Xwedana ber barê van berpirsiyariyan, cihê Delal Amed ê bi tesîr ê di nava Tevgera Azadiya Kurd de nîşan dide. Jixwe dewleta Tirk jî Delal Amed xistibû nav lîsteya sor.

Em fêr dibin ku Delal Amed li Dersimê jî demeke dirêj fermandariya HPG´ê û YJA Starê kiriye. Wekî din dibe yek ji fermandarên pêşeng ên ku ruhê fedaîtiyê bi pêş xistin. Ev rastî hemû, delîlên wê yekê ne ku jina Kurd gihiştiye wê astê ku bi xwe bawer be, karibe xwe bide ber barê her berpirsiyariyê. Ne karekî hêsan e mirov fermandarê artêşeke gerîla be. Jixwe, heger jinek artêşeke gerîla ya tê de mêr pirraniyê pêk tînin bi rê ve dibe, ev behremendiyeke mezin e, ji bo vê ferz e mirov xwedî îrade û înîsîyatîfeke mezin be.

Bêguman jina Kurd bi pêşengiya PKK´ê gelekî xwe bi pêş xist. Artêşbûna jinê, partîbûna jinê çêbûn. Van tesîr li tevahiya jinên dinyayê kir. Jinên dinyayê berê xwe dan jinên Kurd. Jina Kurd bû pêşanga têkoşîna azadiya jinê li dinyayê. Ev mijareke ku li dinyayê hatiye qebûlkirin û rêz jê re tê girtin. KCK jî derbasî sîstema hevserokatiyê bûye; di rêveberiya PKK´ê de jin ji mêran bêhtir di rêveberiyê de cihê xwe digirin. Di nava PKK û KCK´ê de jin êdî ji wekheviyê û wêde, bûye aktora sereke ku mohra xwe li rêxistinbûyîn û sîstemê dixe. Ev di warê têkoşîna azadiya jinê de şoreşên kokdar in. Jina Kurd li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelekî bi tesîr bûye. Bêhtirê ji sedî 40´ê parlamenterên HDP´ê jin in. Di tevahiya rêveberiyên siyasî û şaredariyan de sîstema hevserokatî ûş hevşaredariyê hatiye rûnandin.

Ev hemû asta jina Kurd gihiştiyê eşkere nîşan didin. Lê belê di warê eskerî de fermandarbûyîn, îfadeya bipêşketineke gelekî cihê ye. Delîla şênber a wê yekê ye ka jin li hemberî mêr di çi astê de xurt û hêzdar bûye. Ew di heman demê de nîşan dide ku jina Kurd serdestiya psîkolojîk a serweriya mêr jî şikandiye. Lewma misogerkirina wekheviyê di nava avahiya siyasî û rêxistinî de di heman demê de de li pey xwe hiştina serdestiya mêr e. Ji ber vê yekê, PKK ji wekheviyê û wêde, pêş dibçne ku jin di tevahiya jiyana civakî de bibe aktora diyarker. Dema ku jiyan bi ruhê jinê yê azadiyê, xisleta wê ya demokratîk û avahiya wê ya civakî teşe girt, bi gewde bû, hingê desthilatdariya mêr wê bi temamî ji holê rabe. Fermandariya Delal Amed a gerîla û cihgirtina wê di komîteya rêveber a PKK´ê de nîşan dide ku jina Kurd ha ev şêmûga psîkolojîk jî derbas kiriye, di asta zêhniyet û ruhî de jî serweriya mêrî şikandiye. 

Amed paytexta Kurdistanê ye. Baregeha sereke ya şoreşa Kurdistanê ye. Navenda şoreşa demokratîk e. Manedar e ku Delal Amed ji bajarekî xwedî vî xisletî derketiye. Ew kûrahiya şoreşa demokratîk a li Amedê û mohra jinê ya li ser vê şoreşê eşkere dike. Ji ber ku Amed çi be Kurdistan jî ew e, ev kesayeta fermandar a Delal Amed û xisleta wê ya şoreşger jî asta ku şoreşa Kurdistanê gihiştiyê îfade dike. Delal Amed nûneriya di asta herî bilind de ya dildarî û ruhê azadiyê ye ku Sara, Bêrîtan, Zilan, Çiçek, Şilanl û Viyanan li Kurdistanê çand, heşîn kir û mezin kir. Delal Amed piştrast kir ku ew hevrêyeke baş û rastî ya van şoreşgerên jin ên mezin e. Helbet beriya her tiştî nîşan da ku ew hevrê û şopdareke baş a Rêberê geê Kurd Abdullah Ocalan e, ew ê ku pêşî li şoreşa jinê vekir, û ew bi pêş xist.

Di serî de jinên Amedê, tevahiya jinên Kurd wê bidin ser şopa Delal Amed. Nexasim jî dilê keçên Kurd wê ji niha û pê ve mîna yê Delal Amed bi awayekî fedaî lêxe. Ew ê mîna Delal Amed evîndarên welat û xelkê xwe bin. Mîna Delal Amed ew ê evîna herî mezin bibînin di xurtkirina civakîbûna Kurd û şoreşa Kurd de. Delal Amed jineke Kurd bû ku asta herî bilind a evînê dîtiye. Tevahiya temenê xwe daye ber wê rêyê ku tevahiya jin û mêrên Kurd xivakîbûna herî xurt pê re jî evînê bibînin. Delal Amed ev civakîbûn û evîn di şexsê xwe de şênber kir, pê re jî bûye kedkar, karker û fermandareke evînê ya ku xwest evîna Kurd bi ser bixe,ya ku xwest hesreta Mem û Zînên xwestî ev evîn dewam bike, lê ev misoger nekirî, bi serketinê tacîdar bike.

Jina Kurd û civaka Kurd bi temamî gelekî deyndarê Delal Amed e ku ruh, dildarî û fermandarê jiyana azad û demokratîk bû. Ew mîna fedaiyeke bê mirin, jiya. Heta henaseya xwe ya dawî ji vê karektera xwe ya bê mirin nehate xwarê. Di serî de jinên Kurd, tevahiya civaka Kurd ji bo ku vê jina bêmirin a Kurd nemir bike, wê lê xwedî derkeve, û ji bo ku hesreta wê bi serketinê tacîdar bibe berpirsiyariya li ser milê xwe bi cih bîne. Divê jina KLur, ciwanên Kurd û gelê Kurdistanê hemû, dyenê xwe bide vê jina nemir. Wan timî xwe deyndarê miletê xwe hîs kir. Gelê kurd jî divê bibîne ku deyndarê van nemiran e, û deynê xwe bi xurtkirina têkoşînê û cihgirtina di navê de  bide.  Banga van jinên nemir ev e.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA