Deklarasyona HDP'ê: Em ji rêveberiya hevpar re amade ne!

Di deklarasyona HDP'ê de hate gotin, "Em destnîşan dikin ku amade ne bi aktorên siyasî re hevdîtin û danûstandinan bikin, bi hev re bimeşin, bi hev re têbikoşin û bi hev re bi rê ve bibin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî pirsgirêkan, rêyên çareseriyê û muxatabiyê de deklarasyona bi navê "Deklarasyona banga li demokrasî, edalet û aştiyê" eşkere kir.

Ji bo eşkerekirina deklarasyonê pêkhateyên HDP'ê, endamên Desteya Rêveber a Navendî, parlamenter, hevşaredar, li Çankaya ya Enqereyê li otelekê li hev civiyan.

Li salona ku deklarasyon lê hate eşkerekirin gotinên "Banga li edaletê", "Banga li demokrasiyê", "Banga li aştiyê" bi Kurdî û Tirkî hate nîşandan.

Deklarasyon ji aliyê Hevserokên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar ve hate eşkerekirin.

Deklarasyona HDP'ê wiha ye:

"Ji bo ku pirsgirêkên Tirkiyeyê yên siyasî, aborî û civakî bên çareserkirin, ji bo ku welatekî demokratîk bê avakirin, wek HDP, bi mehan e em li bajar, navçe, gund û kolanan bi gel re, bi rêxistinên civaka sivîl re, bi partî û sazî û dezgehan re, bi kesayet û rûspiyan re, bi kedkar û esnafan re, bi jinan û ciwanan re diaxivin, danûstandinên gelek kêrhatî dikin.

Di hevdîtin û serdanan de me hem ji gel guhdar kir û hem jî bi xwe dît ku pirsgirêkên pandemî, lehî, hişkesalî, bêkarî, aborî, xizanî, gendelî, nijadperestî, zayendparêzî, qedexe, zordestî û tundiya desthilatiyê, xisareke mezin li ser civakê çêkiriye û ev pirsgirêk îro encameke nebaş a piralî derxistiye meydanê.

Dîsa me dît ku ligel her tiştî gelê me bi hêvî û baweriyeke mezin li ber zilmê serî natewîne û hewl dide ku vê qeyrana piralî bike fersendekê bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û civakî û rêya demokrasiyê veke.

Di van demên dawî de desthilatiyê civak bi her awayî dorpêç kiriye û ji aboriyê heta siyasetê di gelek warên jiyanê de xisareke mezin derxistiye meydanê. Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gel hêvî dike ku demildest guherîneke demokratîk pêk bê.

Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gel, di avakirina komareke demokratîk û siberojeke aram de, roleke girîng li hilbijartinan bar dike. Lewre gel hêvî dike ku bila hilbijartin bibe wesîleya destpêkeke nû û ji bo çareserkirina pirsgirêkan û vekirina rêyên demokratîk derfeteke girîng e.

Partiya me wek aktorekî damezirîner ê siyasî, ji bo çareserkirina pirsgirêkan girîngiyê dide rê û rêbazên gotûbêjan û ji bo destpêkeke demokratîk, roleke sereke dilîze. Di serdan û hevdîtinan de me dît ku gelê me jî ev rol li me bar kiriye, lewma berpirsyariya me gelek zêde ye.

- Em ji bo hilbijartinên parlemanê, dixwazin ku bi dirûşmeya 'tifaqa demokratîk' meşa xwe ya tifaqa gelan û tifaqa aştiyê û tifaq û piştevaniya jinan bidomînin, bi hişmendiya tifaqa ekolojiyê, muxalefeta civakî û siyasî bi hêz bikin, bi tevgerên kedê, jinan û ciwanan, yekîtiya xwe xurt û berfireh bikin û têkoşîna hevpar bi pêş bixin. Ji bilî vê çarçoveyê em bi tu aliyan re tifaqê nakin.

Em dixwazin ku Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê û hemû sazûmaniya ku li dor wê hatiye avakirin biguherînin ku îro bi wê pergalê dixwazin zordestî û neheqiyê li ser gelê me ferz bikin û wê mayînde bikin. Em dixwazin li ku şûna pergala yekparêz û otorîter a ku hemû rayeyan radestî kesekî dike, demokrasiyeke bihêz û pergaleke pirreng-pirdeng û demokratîk ava bikin.

- Lewre di Hilbijartinên Serokkomariyê de ji bo pêkanîna tifaqeke li ser prensîban avabûyî û ji bo siberojeke demokratîk, hilbijêrên HDP'ê roleke sereke dilîzin. Namzetê Serokkomariyê çi ji HDP’ê dibe çi ji partiyeke din dibe, em dixwazin ku li şûna namzetan rêbaz û prensîban nîqaş bikin. Ji ber ku veguherîneke demokratîk, bi rêbaz û prensîban û bi gotûbêj û rêkeftinê tê avakirin, ne bi kes û namzetan. Serokkomarê ku wê bê hilbijartin jî, rol û erk û mîsyona xwe, dikare li ser van esasan pêk bîne.

Ji ber berpirsyariya xwe ya siyasî, em di vê qonaxê de van tesbît, nêrîn, rêbaz û prensîbên xwe bi hemû aktorên siyasî û raya giştî re parve dikin:

1. DEMOKRASIYEKE BIHÊZ

Demokrasiyeke bihêz a li ser esasên lihevkirineke demokratîk avabûyî, gotûbêj û danûstandinên bi gelek aliyan re û misogerkirina maf û azadiyên gerdûnî, bi baweriya me îro pêdiviya sereke ya Tirkiyeyê ye. Ji bo wê jî pergala parlamenterîzmeke demokratîk û avakirina Mecliseke pirreng-pirdeng, rayeyên ku radestî kesekî nehatiye kirin û mekanîzmayeke hevseng û kontrolê îro bûye pêdiviyeke sereke.

Demokrasiyeke bihêz, her wekî din xwe dispêre hişmendiya rêvebiriyeke herêmî û xwecihî. Lewre heta ku rayeyên navendî bi herêman re neyên parvekirin, desthilatî û çavkanî bi rêvebiriyên herêmî re neyên parvekirin, mekanîzmayên beşdariya herêmî neyên misogerkirin û demokrasiyeke herêmî neyê avakirin, demokrasiyeke bihêz jî nayê avakirin. 

2. DARAZEKE BÊALÎ Û SERBIXWE

Îro li Tirkiyeyê daraz di bin hikmê Rêvebiriyê de ye. Hişmendiya desthilatiyê ew e ku bi hêza darazê civak û siyasetê dîzayn bike, muxalefetê tasfiye bike, lewre îro bêedaletî li her derê hatiye serwerkirin. Ji bo pêkanîna edalet û aştiya civakî divê hemû dozên siyasî û mehkûmiyetên ku ji aliyê vê darazê ve hatine dayîn bên betalkirin. Divê di serî de biryar û pêşniyazên derbarê binpêkariyên mafên mirovî, bêhiqûqiya li zindanan û tecrîdê ya Meclisa Parlementeriyê ya Konseya Ewropayê (MPKE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Şopandin û Bergiriya Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û sazî û dezgehên navneteweyî di vê pêvajoyê de neyên piştguhkirin.

3. ÎRADEYA GEL, NE REJÎMA QEYÛMAN

Rejîma qeyûman, ji şaredariyan heta zanîngeh û sazî û dezgehên civaka sivîl, mafê bijartin û hilbijartinê tune kiriye, îradeya gel û edaleta hilbijartinê desteser kiriye. Ji bo bidawîkirina pergala qeyûman, ji bo tezmînkirina ziyanên ku bi destê qeyûman hatine pêkanîn û ji bo îadekirina hemû mafên ji aliyê qeyûman ve hatine desteserkirin, divê demildest gav bên avêtin û guherînên yasayî bên kirin.

4. ÇARESERIYA DEMOKRATÎK JI BO PIRSGIRÊKA KURDAN

Îro li Tirkiyeyê pirsgirêka herî mezin û dîrokî ya ku divê bê çareserkirin, pirsgirêka Kurdan e. HDP, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurdan û aştiyê û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên pêkhateyên civakê amade ye ku rola xwe bilîze. Gelek wecheyên pirsgirêka Kurdan hene, lê çareserkirina wan rasterast bi demokratîzekirina Komarê re têkildar e. Ji bo çareseriyeke demokratîk, divê riyên diyalogê bi muxataban re bên avakirin, li şûna înkar û zextê, çareseriyeke demokratîk û aştiyane bê gotûbêjkirin. Divê Meclis bibe bingeha diyalog û çareseriyê û bi rêbazên demokratîk ên danûstandinê ji bo temamî civakê zemîneya siberojekê ava bike. Di vê çarçoveyê de divê di serî de mafê perwerdehiya zimanê dayikê û hemû mafên nasnameyî yên gerdûnî bên misogerkirin û ji bo çareserkirina wan guherînên yasayî bên kirin.

Îro em di qonaxeke wisa de ne ku ew qonax ne polîtîkayên şer û rêbazên pevçûn û berberiyê, lê riyên diyalog û danûstandinê li ser me ferz dike. Lewre divê her kes ji bo meslehet û mifa û siberoja hemû gelên Tirkiyeyê fedakariyê bike û wisa gavan biavêje. Divê em pirsgirêkên xwe ne bi rêbazên tundiyê, lê bi axaftin, danûstandin û diyalogê çareser bikin. 

5. DÎPLOMASIYEKE AŞTIYANE

Li welêt, li herêmê û li cîhanê, polîtîkayeke aştiyane û stratejiyên ku xwe dispêre hevkariyeke mayînde, bingeha hişmendiya dîplomasiya nû ye. Terikandina polîtîkaya maceraperestiyê ya li ser esasên şer û pevçûnê û nîşandana hêza leşkerî bi welatên cîran û yên din re û li şûna wê dîplomasiyeke bihêz û xwedî prensîb, diyalog û peywendiyên aştiyanê, ji bo meselehet û mifaya me hemûyan riya herî rast û pêwîst e. 

6. AZADÎ Û WEKHEVIYA JINAN

Ji bo misogerkirina jiyanake azad û wekhev û ji bo avakirin û pêkanîna yeksaniya temsîliyeta jinan, divê beriya her tiştî pergala hevserokatiyê bê belavkirin û bicihkirin. Her wekî din, têkoşîna li dijî qetilkirina jinan û bidawîkirina tundiya mêran a li ser jinan pêdiviyeke sereke ye. Serwerkirin û pêkanîna Peymana Stenbolê û rakirina hemû astengiyên siyasî, îdarî, aborî û çandî yên li ber wekheviya zayendiya civakî, îro gaveke pêwîst û pêdiviyeke lezgîn e. 

7. DI ABORIYÊ DE EDALET

Qeyrana aborî, ewlehî û siberoja her kesî tarî kiriye, ji bo wê jî divê polîtîyeke bingehîn bê avakirin. Divê îstîhdam bê zêdekirin û dahateke adilane bê belavkirin û ji bo bidawîkirina bêkarî û xizaniyê “Bernameya Belavkirina Heqane” bê amadekirin. Divê çavkaniyên budceyê ne ji bo seray, şer û alîgirên serayê, lê ji bo ewlehiya aborî ya gel bê terxankirin. Divê pêdiviyên bingehîn ên wek av, elektrîk, erdgaz, înternet ên gel di çarçoveya “Bernameya Mafên Civakî” de li gorî rêjeya pêdiviyê bêpere be. Divê demildest pirsgirêkên (Kesên ku ji ber temen nikarin teqawid bibin) EYT’yî, (Saziya Kredî û Wargehan) KYK’yî û mamosteyên ku tayîna wan nayê kirin, bê çareserkirin. Divê şert û mercên jiyanî yên teqawidan bê başkirin, deynê cotkaran ên ku ji ber polîtîkayên xelet derketiye holê bê betalkirin. Divê esnafên ku di şertên pandemiyê de hatine şerpezekirin bên destekkirin. Divê polîtîkayên bingehîn ên ku xizaniya jinan bi dawî bike û wan di jiyana aborî de bihêz bike bên avakirin. Divê mafê rêxistinê yê sendîkal mafê grev û peymana komî ya kedkaran, li gorî pîvanên mafên gerdûnî bê misogerkirin.

8. DI RÊVEBIRIYA GIŞTÎ DE LIYAQET

Divê rêvebiriya giştî, nekeve bin hikmê bloka desthilatiyê û tenê alîgirên wan neyên bicihkirin. Divê ziyanên kesên ku ji ber sedemên siyasî û bi (Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de) KHK’yan hatine bidûrxistin, bên tezmînkirin û di rêvebiriya giştî û erkdarkirinê de cudakarî neyên kirin û liyaqet bibe pîvana bingehîn.

9. PARASTINA XWEZAYÊ

Divê li dijî qeyrana avûhewayê, rewşa lezgîn bê ragihandin û di serî de Kanalİstanbul û hemû projeyên ku xisarê didin xwezayê û hawirdorê talan dikin û daristan, erdên cotkariyê û robarên ku ji bo rantê tên talankirin, bên sekinandin. Divê di polîtîkayên enerjî, veguhastin, bajarsazî û cotkariyê de faktora xwezayê bi tu awayî neyê piştguhkirin. Mafê her zîndewerekî heye ku di nav ekosîstemê de bi awayekî siruştî bijî, lewma jî divê mafê jiyînê yê hemû zîndeweran di yasayan de bê misogerkirin û rê li ber şewitandina daristanan, lehî û texrîbata ekolojîk bê girtin.

10. JIYANEKE AZAD JI BO CIWANAN

Divê rêz li daxwaz û şêwaza jiyanê ya ciwanan bê girtin û ji bo ku ew bikaribin xwe bi awayekî azad îfade bikin û bijîn divê di perwerdehî, çand, aborî û qadên civakî û siyasî de hemû astengiyên li ber wan bên rakirin. Divê pergala perwerdehiyê li gorî pîvanên azadî û ewlehiyê bên vesazkirin. Divê ciwan di warê aboriyê de bên destekkirin û beşdarî mekanîzmayên rêvebiriyê bibin û fikr û nêrînên afirîner û pêşketî yên wan di nav civakê de bên belavkirin.

11. MAKEQANÛNEKE DEMOKRATÎK

Makeqanûneke nû ya sivîl û azadîxwaz û peymaneke civakî ya rasteqînî, dê li Tirkiyeyê destpêkeke nû û demokrasiyê bi xwe re bîne. Ev makeqanûn, divê rêzê li çand, nasname, bawerî û zimanên dayikê yên cuda bigire, xwe bispêre wekheviyê û cudahiya terz û şêwazan jiyînê misoger bike. Divê ew makeqanûn, bi beşdarkirina hemû pêkhateyên civakê û bi danûstandin û gotûbêjan bê amadekirin. 

BANGA DEMOKRASÎ, EDALET Û AŞTIYÊ...

Em di çarçoveya van rêbaz û prensîban de, serdema nû dinirxînin û fikr û nêrînên xwe yên derbarê rêvebiriyê de bi raya giştî re parve dikin. 

- Armanca sereke ya bernameya HDP’ê ya di vê qonaxa derbasbûyînê de li dor van prensîban hatiye diyarkirin û ew jî xwe dispêre demokrasiyeke bihêz, pergaleke edaletê ya li gorî pîvanên gerdûnî û aştiyeke civakî ya mayînde. Em dikarin demokrasî û aştiyê ji xwe re bikin bername û armanceke stratejîk û komareke demokratîk û civakî ava bikin. 

- Prensîb û rêbaza HDP’ê wek li jor hatiye diyarkirin. Kîjan aliyên civakî û aktorên siyasî li dor van rêbaz û prensîban bixwaze bi me re danûstandin û gotûbêjan bike, em amade ne ku bi wan re bimeşin û têkoşîneke hevpar û rêveberiyeke hevpar ava bikin.

Banga me li hemû sazî û dezgeh û partî û her welatiyekî Tirkiyeyê ye ku siberojeke ronak dixwaze: Berpirsyarî ya me hemûyan e. Em li şûna hesabên şexsî û berjewendiyên partîzaniyê, bi aqilekî hevpar û bi hev re siberojê ava bikin. Gelên Tirkiyeyê ne mecbûr û mehkûmî polîtîka û rêvebiriyên ku neçareseriyê dixwazin û ji aqilê hevpar dûr ketine û cudakarî, heqaret û berberiya civakî dikin."