Daxuyaniya piştî hevdîtina Trump û Erdogan

Di daxuyaniya piştî hevdîtina navbera Trump û Erdogan de hate îdîakirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirbest didome û xuya ye di mijara S-400 û F-35 de hîn li hev nekirine.

Donald Trump piştî civîna li Qesra Spî tevî Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî. Trump bal kişand ser kirîna sîstema parastinê ya S-400'î ji aliyê Tirkiyeyê ve û balafirên şer ên F-35 û anî ziman ku di vê mijarê de karê heyetên her du welatan didomin.

Trump êrişên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê nenirxand û tevî êrişên dagirkeriyê yên didomin îdîa kir ku 'agirbest' didome. Trump îdîa kir ku Tirkiye wê 'berpirsyariya xwe pêk bîne' û got, gelek hêz dixwazin ku agirbest serketî be.

Trump her wiha îdîa kir ku bazara ku alîkarê wî Mike Pence û Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo meha derbasbûyî li Tirkiyeyê kirin 'serketî' bû û got, "Meha derbasbûyî min Pence û Pompeo şand (Enqere). Hevdîtin pêk anîbûn. Hevdîtin gelekî serketî bûn. DYE û Tirkiyeyê bi hev re tiştên mezin kirin. Ji bo çareserkirina rewşa tevlîhev a sedan salî ji qonaxên girîng derbas bûn." Mebesta Trump ji 'rewşa sedan salan didome' pirsgirêka Kurd jî be, eşkere nekir ku dagirkeriyê bi çi rengî weke çareseriyê dibîne.