Daxuyaniya li Amedê: Pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye

HDP'iyên ku li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'î Leyla Guven axivî û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye.

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku nehiştin biçe ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê banga yekîtiyê li gelên Kurd û Tirkiyeyê kir.

Guven got, "Gelê Kurd li dijî vê darbeyê li ser piyan e, li her qadê berxwedan heye."

Guven anî ziman, gel li dijî tevdîrên polîsan û polîtîkayên qirêj li ser piyan e û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi yekîtiya Kurdan, bi tifaqa Kurdan heye. Guven destnîşan kir ku divê Kurd li çar parçeyan li ber xwe bidin.

Guven got, "Me çi bi dest xist bi berxwedanê me bi dest xist. Mîna li çar parçeyên Kurdistanê. Bi pêşengiya gelê xwe divê em li çar parçeyan bibin yek û li ber xwe bidin. Banga min e; tevî ku ev yek li Tirkiyeyê tê kirin divê em bibin yek û li ber xwe bidin. Divê em li qadan bin. Tayyîp Erdogan di 15'ê Tîrmehê de bang li her kesî kir ku dakevin qadan, ji ber ku darbe hate kirin. Niha jî li sê bajarên Kurdan darbe hatiye kirin."

Guven diyar kir, AKP û MHP tengav bûne û got, "Ji çar aliyên dinyayê nerazîbûn li dijî qeyûman hate nîşandan. Li Tirkiyeyê jî gelek kes li dij rawestiyan. Em ji gelê Tirkiyeyê re dibêjin, dereng nemînin, piştevan bin, îro li me hate kirin, sibe wê li we bê kirin. Gelê Kurd qeyûmê li dijî îradeya xwe qebûl nake. Gel di hilbijartinê de dengê xwe bi kar anî, îradeya xwe û biryara xwe nîşan da."

Guven her wiha got, "Em ê li ber xwe bidin, em ê nebêjin qeyûm hat û bila bimîne. Em ê li ber xwe bidin, wê qeyûm biçe. Li tevahiya dinyayê her kes bi hêza gel zane, em jî pê zanin. Gelê Kurd li dijî vê neheqiyê ti carî bêalternatîf nîne, em her tiştî nîqaş dikin. Me doh êvarê dît, AKP û MHP'ê nekarî bahaneyekê ji bo qeyûm peyda bike. Dibe ku berê em lawaz bûn, lê em ê îro li ber xwe bidin. Çawa ku doh FETO hate darizandin wê ew jî bên darizandin. Bila bi aqil bin, bila kes destê xwe nede îradeya gelê Kurd."

Guven got, "Siberojên bedew ên me ne, ev yek jî bi berxwedana me ve girêdayî ye. Piştgiriya herî mezin jî em ji gelên Tirkiyeyê hêvî dikin, di heman demê de li bendê ne ku Nêçirvan Barzanî helwestê nîşan bide. Em vê yekê bi hev re dikarin çareser bikin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê bi dawî bû, lê polîsên Tirk êrîşî girseya gel kirin.

Girseya gel dest bi meşê kir. Polîsên Tirk gef xwarin ku wê êrîş bikin. Li kolana Lîseyê di dema çalakiya şermezarkirinê de herî kêm 5 kes li Ofîsê jî derdora 10 kes hatin destgîrkirin.