Daxuyaniya KCK'ê ya li ser şehadeta Mam Zekî Şengalî

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser Zekî Şengalî ku li Şengalê ji ber sûîqesta artêşa Tirk şehîd bû daxuyaniyek da. KCK'ê got, "Dewleta Tirk bi komkujî û sûîqestan hîn zû dawî li xwe tîne."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser sûîqesta artêşa Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê ku die ncamê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî û endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî şehîd bû daxuyaniyek da. KCK'ê bal kişand ser rola DYA, hikumeta Iraqê û PDK'ê.

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de hate gotin, "Mamê Êzidiyan Mam Zekî, hevrêyê me, milîtan û kadroyê 35 salan ê tevgera me ya azadiyê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) roja 15'ê Tebaxê bi alîkariya hin nokerên herêmî, ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve bi sûîqesta li wesayita tê de bû hate kirin, şehîd bû. Em hevrêyê xwe yê şehîd bûyî ku endamê Konseya Rêveber a KCK'ê ye bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin, soz didin ku em ê Kurdistana Azad û Êzîdxana Azad pêk bînin ku xewn û xeyala wî bû."

Daxuyaniya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:

"Êrîşa li dijî hevrêyê me yê hêja, Mamê Êzidiyan Mamê Zekî hatek irin, êrîşa qirkirinê ye li dijî Êzidiyan. Dewama êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ'ê ye ku 3'ê Tebaxê li dijî Êzidiyan da destpêkirin. Bi vê êrîşê re şirîkê herî mezin ê sûcê fermana 74'an a 3'ê Tebaxa 2014'an xwe nîşan daye. Careke din îspat bûye ku hêza li pişt Aêrîşa 3'ê Tebaxê û teşwîqkarê wê, dewleta Tirk e.

ROLA DYA, IRAQ Û PDK'Ê

Li gorî agahiyên ji Şengalê tên, tê îdîakirin ku hêzên nêzî PDK'ê ya jî Iraqê alîkariya vê sûîqestê kirine. Balkêş e ku piştî hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ya li Enqereyê ev êrîş hatiye kirin. Mam Zekî Şengalê gelek caran weke nûnerê Êzidiyan bi rayedarên Iraqê re hevdîtin kir. Ev yek jî li ser hikumeta Iraqê ferz dike ku derbarê vê sûîqestê û êrîşa li Şengalê de daxuyaniyekê bide. Hikumeta Iraqê beriya niha dabû xuyakirin ku ew li dijî êrîşeke li Şengalê ye. Gelo hikumeta Iraqê mohra xwe daniye binê peymanekê û destûr daye vê êrîşê? Raya giştî û Êzidî li benda daxuyaniyekê ye ji rayedarên Iraqê. Eger têkiliya hikumeta Iraqê û PDK'ê bi vê komkujiyê re nîne, pêwîste ji raya giştî re eşkere bikin û êrîşê şermezar bikin. Êzidî li her derê rabûne ser piyan. Nerazîbûna xwe li dijî dewleta Tirk nîşan didin û li bendê ne ku rayedarên hikumeta Iraqê û PDK daxuyaniyê bidin.

DIVÊ QADA HEWAYÎ YA ŞENGALÊ LI BALAFIRÊN TIRK BÊ GIRTIN

Beriya niha jî balafirên şer ên Tirk êrîş biribûn ser Şengalê. Ji binpêkirin û bikaranîna qada hewayî ya Şengalê Iraq, DYA û PDK berpirsyar in. Ew destûrê didin ku balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşî Şengalê bikin. Ji ber ku ev hêz li ber ranebûn û destûr dan, balafirên şer êrîş dikin. Yên ku nekarîn pêşî li êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ'ê bigirin, bûne şirîkê vê êrîşa qirkirinê. Eger naxwazin ji niha û pê ve bibin şirîkê vê komkujiya qirkirinê, divê tavilê qada hewayî ya Şengalê li balafirên Tirk bigirin.

Piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya 3'ê Tebaxê, yekane rêya ku Êzidiyan ji qirkirinê biparêze pêkhatina xweseriya Êzîdxanê û naskirina vê xweseriyê ji aliyê Iraqê û hêzên navneteweyî ve ye. Bi fermana 3'ê Tebaxa 2014'an re bi rengekî zelal eşkere bû ku ji bilî vê yekê Êzidî nikarin ji qirkirinê rizgar bibin.

ÊRÎŞA QIRKIRINÊ YE LI DIJÎ ÊZIDIYAN

Cîhan tev zane ku yên Êzidî ji êrîşa qirkirinê ya DAÎŞ'ê parastin, gerîlayên HPG-YJA Star, YPG û YPJ'ê ne. Înkarkirina vê yekê ji aliyê civakî û siyasî ve bê exlaqî ye. Piştî ku gerîla Şengal parastin, Êzidî hem ji qirkirinê rizgar bûn, hem jî ji wê rojê û heta niha jiyana xwe ya xweser ava kirin û xwestin xwe ji êrîşan biparêzin. Ji aliyekî ve xwe bi rengekî xweser bi rêxistin kirin, ji aliyê din ve hêzên xwe yên xweparastinê YBŞ û YJŞ ava kirin. Hêzên gerîla piştî damezrandina YBŞ û YJŞ'ê daxuyaniya 'Eger êrîş bê kirin em ê dîsa Şengalê biparêzin' dan û xwe ji Şengalê vekişandin. Êrîş piştî vekişîna gerîla pêk hat û ev yek jî nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze Êzidiyan qir bike. Dixwaze qirkirina Êzidiyan a ku li Bakurê Kurdistanê kir li Şengalê jî temam bike. Êrîşa li dijî xweserî û xweparastina Êzidiyan, êrîşeke qirkirinê ye.

EW Ê HESRETA MAM ZEKÎ PÊK WERE

Dema ku DAÎŞ'ê êrîşî Şengalê kir Mam Zekî berê xwe da Şengalê û ji bo ku civata Êzidî li Şengalê hebûna xwe bidomînin û xwerêveberiya xwe pêk bînin, pêşengtî kir. Ji bo rêxistinkirina Êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser şev û roj xebitî. Bi vê xebata xwe re hemû civata Êzidî qîmetek mezin dane wî û ew di nav civata Êzidiyan de bûye Mam Zekî. Civata Êzidiyan ew ê tu carî Mam Zekî ji bîr nekin û Êzidxana xweser a ku hesreta wî bû, di demeke kurt de pêk bînin.

Hemû civata Êzidî li hemberî vê êrîşî rabûne ser pêyan. Ji ber ku ev êrîş tê wateya pêşengtiya gelekî. Rêheval Zekî bi têkoşîna xwe ya 35 salan bûye yek ji pêşengê Êzidiyan. Em bang li hemû civata Êzidiyan dikin ku bila vê êrîşî protesto bikin û xweseriya Êzidxanê biparêzin. Hesreta Mam Zekî bûye armanca hemû civata Êzidiyan. Em bang li hemû Êzidiyan li cîhanê dikin ku tevlî nav refên YBŞ û YJŞ'ê bibin û li dijî êrîşên li ser Şengalê xwe biparêzin û Êzidxana xweser ava bikin a ku hesreta Rêber Apo û Mam Zekî ye.

Em careke din diyar dikin ku dewleta Tirk bi qetlîam û sûîkastên xwe têkçûna xwe nêztir dike. Ew ê gelê me û tevgera me, vê têkoşîna xwe geştir bikin û hesap ji van êrîşan bipirsin."