Dadgeha Elman: 'Bijî Serok Apo' azadiya ramanê ye

Dadgeha Îdarî ya Kasselê biryar li ser da ku dirûşma 'Bijî Serok Apo' azadiya ramanê ye û biryara beratê da li ser Kurdistaniyê ku ji ber vê dirûşmê dihate darizandin.

Di salvegera 20'an a komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê de ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kasselê ya Elmanyayê çalakiyek çêbûbû, di çalakiyekê de ji ber ku dirûşma 'Bijî Serok Apo' gotibû, li ser aktivîstekî Kurdistanî lêpirsîn dest pê kiribû.

Dozgerê ku radigihand di çalakiyê de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dirûşm hatine gotin, serî li Dadgeha Îdarî ya Kasselê dabû. Di îdînameyê de ya ku dozger hazir kirî dihate diyarkirin bi dirûşma qedexe ya 'bijî Serok APO'' propagandya PKK'ê dihate kirin, ku qedexe li ser PKK'ê hebû.

'DIRÛŞM JI BO ŞERTÊN JIYANÊ YÊN OCALAN HATINE GOTIN'

Lê di danişîna pêşî ya darizandinê de şandeya dadgehê diyar kir dirûşma 'bijî Serok Apo', 'ji hîmî ve ne sûc e'' û dozger û polîs neheq dît. Di biryara dadgehê de hate gotin dirûşma aktivîstê Kurdistanî 'bijî Serok Apo'' bi çarçoweya rêgezên ''azadiya ramanê ye'', ev ne sûc e û biryara beratê da.

Bi berdewamî di biryarê de hate gotin xwepêşandêrên ku dirûşma 'Bijî Serok Apo' gotin ji bo ku bal bikişînin ser şertên jiyanê yên Ocalan ev dirûşm gotine. Dadgehê biryar da ku mesrefên ji ber vekirina dozê li ser dewletê bimîne.

Hezîrana bihurî jî Dadgeha îdarî ya Berlînê biryara beratê li ser Kurdistaniyekî dabû, ku ew jî ji ber dirûşma 'Bijî Serok Apo' dihate darizandin. Aktivistê di behsê de di salvegera şehîdbûna  Endamê Konseya Rêveber ê KCK'ê Zekî Şengalî de tevlî çalakiyê bûbû, ev dirûşm gotibû. Di wê çalakiya şermezarkirina êrîşa hewayî ya dewleta  Tirk  ya bi ser Şengalî de, polîsên Berlînê  bi hinceta dirûşma 'Bijî Serok Apo' êrî birûn ser çalakiyê.